Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin 2023-06-09 08:56:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo fiyetê lîtreyê yê benzînê 2.70 lîre û ji bo fiyetê lîtreya motorînê jî 1.37 lîre zem hate kirin.    Piştî rabûna kurê, ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin. Di vê çarçoveyê de ji bo fiyetê lîtreya benzînê 2.70 lîre û ji bo fiyetê lîtreya motorînê jî 1.37 lîre zem hate kirin. Zema hatiye kirin ji îro ve derbasdar e. Piştî zemê, fiyetê lîtreya benzînê li aliyê Ewropayê ya Stenbolê derket 23.92 lîreyan, li Enqereyê 24.34, li Îzmîrê 24.37, li Bursayê 24.34, li Edeneyê 24.69 û li Amedê jî derket 25.02 lîreyan.    Li rexê Ewropayê yê Stenbolê jî fiyetê motorînê derket 22.05 lîreyan, li Enqereyê 22.51, li Îzmîrê 22.63, li Bursayê 22.54, li Edeneyê 22.85 û li Amedê jî derket 23.20 lîreyan.    Ji mehên ewil ên sala 2023’yan heta niha bi giştî ji sedî 23 zem bo benzînê û ji sedî 1 jî bo motorînê zêde bûye.