Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e

img
ENQERE - TUÎK’ê enflasyona meha çileyê eşkere kir û got ku ji sedî 6,65 e. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e. Her wiha enflasyona salane jî weke ji sedî 57,67 eşkere kir. 
 
Li gorî daneyên Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî enflasyon di meha çileyê de ji sedî 9,18 û ya salane jî ji sedî 121,62 ye. s