Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket

img
AMED - Çalakiya karkerên firinên Amedê ku ji bo dema xebatê û meaşê adil dabûn destpêkirin, bi îmzekirina metnek lihevkirî ya ji 5 xalan pêk tê bi dawî bû. 
 
Karkerên firinên Amedê ji 14’ê çile ve ji bo dema xebata wan bibe 8 saet û meaşek adil bo wan bê dayîn dest bi çalakiyan kiribûn. Li ser qebûlkirina daxwaza karkeran, çalakî bi dawî bû. Karkeran bi Sendîkaya Karkerên Pişesaziya Zexîre ya Tirkiyeyê û Odeya Firinvanan a Amedê re hevdîtinan kirin û li ser îmzekirina peyman ango lihevkirina ji 5 xalan tê dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Sendîkayê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku wan daxwazên karkeran li ber çavan girtiye û metnek ji 5 xalan tê peyman îmze kirine.