ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e

img
STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG’ê di 5 mehên ewil ên sala 2023’yan de herî kêm 730 karker jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Ewlehiya Tenduristiya Kar û Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a 5 mehên ewil ên sala 2023’yan weşand. Li gorî raporê di meha gulanê de herî kêm 145 karker jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di 5 mehan de jî herî kêm 730 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî mehên sala 2023’yan; di meha çile de herî kêm 120 karker, di meha sibatê de 213 karker, di meha adarê de 130 karker, di meha nîsanê de 122 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di heyama desthilatdariya AKP’ê de jî herî kêm 31 hezar û 276 karker di cînayetên kar de canê xwe ji dest dane.