Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Hafîze Gaye Erkan bi Biryarnameya Serokkomariyê weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin. 
 
Biryarnameya nû ya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Bi biryarnameyê re di serî de Banka Navendî, ji bo gelek saziyên din kesên nû hatin tayînkirin. Ji bo Banka Navendî ku Erdogan ji ber polîtîkaya pereyan her tim hedef digire, îcar Dr. Hafîze Gaye Erkan hate tayînkirin. Serokê Banka Navendî Prof. Dr. Şahap Kavcioglû jî ji bo Serokatiya Sererastkirin û Venihêrîna Bankavaniyê (BDDK) hate tayînkirin. 
 
Fahrettîn Altûn ku bi pêvajoya hilbijartinê re careke din bi kampanyayên dezenformasyonê bûbû rojev jî dîsa ji bo Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê hate tayînkirin. 
 
Bi heman biryarnameyê re Seyfûllah Hacimuftuoglû ji bo Sekreteriya Giştî ya Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyî, Dr. Metîn Kiratli ji bo Serokatiya Karên Îdarî ya Serokkomariyê, Doç. Dr. Hasan Dogan ji bo Midûriyeta Nivîsgeha Taybet a Serokkomariyê, Îbrahîm Şenel ji bo Serokatiya Stratejî û Bûdçeyê, Yûnûs Arinci ji bo Serokatiya Lijneya Venihêrînê ya Dewletê û Dr. Yasîn Yildiz jî j bo Serokatiya Îdareya Qesrên Neteweyî hate tayînkirin.