Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket 2024-02-27 09:02:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Muzîkjenê kurd Bîrhat Kurdî ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana bi navê ‘DEM a me ye’ ku gotin û muzîk aydê wî ne derxist.    Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ber bi hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin ve diçe. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi vekirina buroyan, serdana dikandaran, hevdîtinên bi gel re kolan bi kolan, tax bi tax, navçe bi navçe û bajar bi bajar xebatên xwe dimeşîne. Muzîkjenê kurd Bîrhat Kurdî ku li Komeleya Çandê ya Kurd a li bajarê Freiburgê yê Almanyayê xebatên xwe dimeşîne, ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana bi navê ‘DEM a me ye’ derxist. Gotinaydê Bîrhat Kurdî û muzîk jî aydê wî û Awazê Çiya ye. Aranjeyê muzîkê jî Ciwan Ayaz kiriye.    Gotinên strana “DEM a me ye” ya Bîrhat Kurdî wiha ne:    “Dengê xwe bide dengê xwe  Xiyanet neke li qewmê xwe  Rake vê zilmê ji ser xwe  Birîna di dil da gelek e  Birîn di dil da gelek e    Ev dem e  ev dem a me ye  Partî û hebûna me ye  Riya azadiya me ye  Berxwedan her doza me ye    Xortê ciwan rabe ser xwe  Ev dem dema min û te  Keça hêja rabe ser xwe  Ev dem dema min û te    Ev dar ji reha dilê me  Em bicivin tev li dorve    Ev dem e  ev dem a me ye  Partî û hebûna me ye  Riya azadiya me ye  Berxwedan her doza me ye”