'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê

img

AMED - Lîstika “Dek û Dolabên Scapen” ji bo piştgiriya HDP’ê derket pêşberî temaşevanan. 

Şanoya Bajêr a Amedê, bi lîstika xwe ya bi navê “Dek û Dolabên Scapen” ji bo piştgiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hesabên wê yên alîkariya xezîneyê hatin blokekirin, derket ser dikê. Lîstika "Dek û Dolabên Scapen" ya ji aliyê Molîere ve hatiye nivîsandin, bi derhêneriya Ozcan Ateş hatiye amadekirin. Di lîstikê de Yavûz Akkûzû, Sena Ozbey, Şabedîn Dag, Erdal Kaya, Ozkan Şeker, Şahperî Alphan, Nûrşen Adiguzel û Sadetîn Înal dilîzin. 
 
Temaşevanan bi kêfxweşiyek mezin li lîstikê temaşe kirin û ji ber lîstik gelek kêliyên wê bi pêkenok e, temaşevan têra dilê xwe keniyan. 
 
Di dawiya lîstikê de temaşevan rabûn ser pêya û ji lîstikvanan re li çepikan dan. 
 
Di dawiya lîstikê de şanoger Yavûz Akkûzû destnîşan kir ku ew ji bo alikariya HDP’ê vê seansê derketine pêşberî şanohezan.