Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim

img
AMED - Şanoger Erdal Kaya bi stand-upê niha temaşevanan dikenîne û kêfxweş dike. Kaya yê ku di gelek lîstik û fîlman de bi rola xwe radibe diyar kir ku di stand-upa kurdî de valahiyek hebû û xwestiye vê valahiyê dagire û dibêje eleqeya temaşevanan ji bo stand-upa kurdî zêde ye.   
 
Şanoger ango lîstikvan Erdal Kaya ji nişkeve derket ser dika şanoya kurdî. Di demek kurt de bû lîstikvanek ku kurd pê serfiraz û kêfxweş in. Kaya hem li ser dikê şanoyê û stand upê dike hem jî di gelek fîlman de bir ola xwe rabû. Bi taybetî Erdal Kaya bûye pira lîstikvaniya navbera Batman û Amedê. Geh li Batmanê xebatên şanoyê dike geh li Amedê li ser dikê ye û xelkê dikenîne û bi tevger û lîstikvaniya xwe xelkê kêfxweş dike. Mirov dikare bêje ku Erdal Kaya heqê şanoya kurdî didê. Erdal Kaya di rojên karantînayê de nesekinî û bi hevalên xwe re bi navê "Şildim Bildim" bernameyek amade kirin ku her heftî li ser qenala Hestû TV dihat weşandin. 
 
Ew hem di warê şanoygeriyê de bi Yenîsehneya Batmanê re dixebite û şanoyê dike û hem jî li Şanoya Bajêr Amedê dixebite û şanoyê dike. Her wiha Erdal tenê şanoyê nake, bi sekeç û vîdeoyên xwe yên pêkenok li ser medya dîjîtal ji bo kurdan bûye herkek ango modayek. Her wiha ew di gelek skêçên Hinek Henek de cih girt, di rêzefîlmên Îşev, MiGoo de cih girt. Her wiha di fîlmê “Navnîşan” ê Aram Dildar de jî cih digire. 
 
Erdal Kaya bi gelek peyvên ku di lîstikên şanoyê û fîlman de kir, di nav ciwanên kurd de belav bû û ew peyv ketin ser zimanê gelek kesan. Gelek kes lîstikvanî û karekteriya fîlman a Kaya serkeftî dibînin. 
 
LÎSTIKEK TÊR Û TIJE 
 
Niha jî ew bi lîstika xwe ya şexsî ango Stand-Upa bi navê “Vik û Vala” derdikeve ser dikan. Lîstik derdora 80 deqîqeyî berdewam dike û gelek mijarên ji hev xweştir û balkêştir  di nav lîstikê de hene. Kaya di lîstikê de li ser mijarên wek civakî, aborî, siyasî û  hwd. rawestiyaye. Ji serî heta binî lîstik bi sehneyên pêkenok tije ye. Ev lîstik ji aliyê Erdal, hevjîna wî, birayê wî û jinbira wî ve hatiye amadekirin. “Vik û Vala” heta niha li Batman, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Stenbolê derketiye ser dikê û dê îro û sibê jî li Îzmîrê derkeve pêşberî temaşevanan. 
 
Kaya piştî li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî temaşevanan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Kaya diyar kir ku bi salan e ew şanogeriyê dike, dema zanîngehê li Afyonê zanîngehê diqedîne vedigere welat û bi zimanê dayika xwe şanoyê dike. Kaya dibêje ew li Batmanê hem bi Yenîsahne re hem jî li Amedê bi Şanoya Bajêr re dixebite.
 
‘VIK Û VALA’ BAJAR BI BAJAR DIGERE 
 
Kaya anî ziman ku fikra vê stand upa kurdî “Vik û Vala” du sê sal bû di hişê wî de hebûye û got: “Em wek komekî vî karî dikin. Em çar kes in, ez û hevjîna xwe û birayê min Rênas û hevjîna xwe cih digirin. Em rûniştin me lîstikê, nivîsand amade kir. Kengê ew wext hat min got êdî dikarim derkevim ser dikê. Ev du meh in li ser dikan stand upê dikim. Heta niha li Batmanê, Amedê, Mêrdînê, Wanê, Sêrtê derketim ser dikan. Her wiha ji 6-7’ê hezîranê li Stenbolê û 8-9’ê hezîranê jî li Îzmîrê derdikevim ser dikê.”  
 
Kaya bal kişand ser eleqeya temaşevanan a bo lîstikê û wiha domand: “Eleqe û coşek zêde ji bo stand-upa me heye. Dema ez wê coşa temaşevanan dibînim, ez jî bi coşek xweş dilîzim. Heta niha her tişt bi dilê me bi rê ve diçe.”  
 
‘HER KES BÎRANÎNEK XWE DI LÎSTIKÊ DE DIBÎNE’
 
Kaya anî ziman ku ew bi vê stand-upê dixwaze her kesek ango kurdek ji jiyana xwe tiştek jê derxe û bîranînek xwe têde bibîne û wiha axivî: “Her kesê ku temaşe dike, ew jî dibêjin civatên me, malbata me wisa ne. Ez behsa salên 90’î dikim, ez behsa salên 2000’î dikim. Kurd xwe li ser dikê dibînin. Beşek ji lîstikê jî li ser ‘nasnamebûnê’ ye. Meseleya nasnameyê bi hemû kurdan re heye. Di wan salan de kîjan kurd çûye ku navê zarokên xwe bi kurdî deyne, lê kurdî qedexe bû. Navên bav û dayikên me qebûl nedikirin. Memûrên li nifûsê nav li zarokan dikirin.” 
 
‘KÊ JI LÎSTIKÊ ÇI PEYAMÊ BIGIRE’ 
 
Kaya dibêje her çiqas ew ne siyasetmedar be jî lê belê bivê nevê meseleyên siyasî di jiyana wan de cih digirin û her roj bi geşedanên siyasî re rûbirû dimînin. Kaya diyar kir ku kê ji xwe re ji lîstikê çi girt, peyama wî ev e û got: “Ez nikarim bêjim ez vê peyamê didim temaşevanan. Temaşevan ji xwe re ji lîstikê çi sûd werbigire ew e.”  
 
Kaya da zanîn ku senaryoyek amade kirine heye û wiha pê de çû: “Lê ez bixwazim nexwazim jî carna li ser dikê hin tiştên jixweberî jî li lîstikê bar dikim.”  
 
‘STAND-UP FORMEK NÊZÎ KURDAN E’ 
 
Kaya bal kişand ser têkiliya di navbera kurdan û stand-upê de û wiha got: “Stand-up formek nêzî kurdan e. Ji Murat Batgî vir ve, çend stand upê din jî çêbûne. Mamoste Ozcan Ateş jî çêdike. Lê valahiyek di vî warî de hebû. Stand-upa kurdî gelek kêm bû. Ez dixwazim ev stand-up bibe mînak û hin kesên di dilê wan de hebe û çênakin jî, bila çêbikin. Ez wisa bi bawerim wê stand-up di nava kurdan de zêde bibin û hewce ye jî. Divê stand-up zêde bibin û ew valahî jî bê girtin.”  
 
DIXWAZE STAND-UPÊ BIDOMÎNE 
 
Kaya destnîşan kir ku ew her car notên xwe digirin û wiha got: “Tiştên ku tên bîra me, em wan dinivisînin. Ez û koma xwe. Heke dema vê stand-upê tije bû û lîstik ji me re bêje êdî bes e, hingê dixwazim stand-upek din jî çekim. Lê xebatên min ên şanoyê jî didomin.”  
 
MA / Bilal Guldem