Ma Musîc 7 salî ye: Em gelê xwe bê muzîk nahêlin

img
AMED - Ma Mûsîc ku bi dirûşma “li her derê ji bo her kesî muzîk” hat avakirin ket 7 saliya xwe. Mamosteyê Ma Musîcê Mesud Gever diyar kir ku li hember pişaftinê em gelê xwe bê muzîk nahêlin. 
 
Konservatuara Aram Tîgran ya ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de di 2010’an de ava bûbû, bi tayînkirina qeyûm ya ser şaredariyê hat girtin. Piştî ku konservatuar hate girtin muzîkjenên kurd bê kar man, xebatên xwe nêzî 4 salan li mala Dengbêjan meşandin. Muzîkjenên kurd ji bo xebatên xwe bi awayekî bi pergal bimeşinin di 3'yê Adara 2017’an de Akademiya Ma Musîcê damezrandin. Xebatkarên Akademiya Ma Musîcê di 7 salan de Koroya Jinan, ya Zarokan, Orkestra MA’yê, Orkestra Rîtmên Xwezayî, Zarok Ma û akademiya Dengbêjan damezrandin. Di vê demê de perwerdehiya muzîka kurdî dan cîwanan. Ma Musîc dê sibehê 7 saliya xwe pîroz bike.
 
Em bi mamosteyê Ma Musîcê Mesut Gever re li ser xebatên wan ên 7 salan û ji niha pê de dê çi bikin axivîn. 
 
‘LI HER DERÊ Û JI BO HER KESÎ MUZÎK’
 
Gever bi bîr anî û got ku pîştî tayînkirina qeyûm ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Konservatuara Aram Tîgran hatiye girtin û demekê li malên xwe xebatên xwe meşandine. Gever, anî ziman ku xebatên ku li malan meşandine nebûne bersiva muzîka kurdî wiha got: “Ji ber vê di 3'yê adara 2017’an de me Ma Mûsîc damezrand. Dirûşma me bi taybetî gerek zarok û cîwanên vî gelî bê mûsîc nemînin bû. Me got ‘li her derê û ji bo her kesî muzîk’ û derketin rê. Di 3’yê adarê de jî em dikevin 7 saliya Ma Musîcê.”
 
‘ZIMANÊ ME, MUZÎKA ME DI BIN PIŞAFTINÊ DE YE’
 
Gever, diyar kir ku di 7 saliya Ma Musîcê de bi gelek xebatên nujen re gav avêtîne lê têre nake û wiha domand: “Hîna jî qedexebûna li ser kurdî berdewam e. Bi derfetên kêm him di warê perwerdehiyê û him di warê hejmariyê de daxwaz û xeyalên ku em dikin, me bi dest nexistiye. Ji ber ku cihê me biçûk e û qeydên şagirtên ku em dixwazin nikarin bigirin û ji ber ku daxwaz jî zêde ye em şagirtan têxin dorê. Çanda me, zimanê me, muzîka me di bin pişaftinê de ye. em jî li hember vê tekoşînê dimeşînin û ev jî têre nake.”  
 
Gever, da zanîn ku ji roja ku hatiye damezrandin heta niha hejmara perwerdekaran zêde bûye û diyar kir ku ji ber ku cihê me têre nake, em mecbûr mane qeydên şagirtan bigirin dorê. 
 
‘EMÊ JI BO ZAROKAN ŞAXÊN NU VEKIN’
 
Gever, anî ziman ku tekoşîna wan ya li hember polîtîkayên bişaftina ziman, çand û muzîka kurdî berdewam e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêya vê jî di sazîbûnê re derbas dibe. Çi qasî ber bi sazibûnê ve biçe ew qasî jî li hember pişaftinê berxwedanek xûrt dê bê meşandin. Em ê ji bo zarokên Sûrê di 17’ê adarê de Çand Ma’yê vekin û bi xizmeta ji bo zarokan em ê diyarî wan bikin. Li hember polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî, çand û muzîka wê em ê vî gelî û zarokên vî gelî bê muzîk nehêlîn.”
 
MA / Mehmet Guleş