Du hunermendên rojhilatî wefat kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji pêşengên rêbaza hunerî ya Siyaçemaneyê hunermendê Hewremanî Cemîl Ehmedî Nosudî û bilûrvan Cemşîd Endelîbî wefat kirin. 
 
Li gorî nûçeya Kurdpressê; ji pêşengên rêbaza hunerî ya Siyaçemaneyê (li gorî baweriyê cara ewil di hizûra Pîrşalyar de hatiye pêşandan) hunermendê Hewramanî Cemîl Ehmedî Nosudî di 77 saliya xwe de wefat kir. Nosudî di 77 salên temenê xwe de mohra xwe li gelek stranên hewremanî da. Hunermend Nosudî li navçeya Nosud a girêdayî Pawe ya Kirmanşanê ji dayik bû. Li gel Osman Hewramî gelek stran striya û ev stran rastî eleqeyeke mezin hatin. Hat ragihandin ku Nosudî li mala xwe ya li navçeyê ji ber nexweşiya xwe ya kronîk jiyana xwe ji dest daye. 
 
Nosudî, di heman demê de mamoste bû û bi hewldanên hunermend û muzîkhezan ve ji hêla Komeleya Muzîkê ya Kirmanşanê û Dibistana Pawe ya Deh Negê ve hatibû rûmetdarkirin. Di tebaxa sala 2023’yan de jî bi hewldanên koma Sepas Paweyê ve weke yek ji kesên herî bijarte yên çand û hunerê yên herêmê hatibû rûmetdarkirin. Nosudî ji hêla hezkiriyên xwe ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. 
 
CEMŞÎD ENDELÎBÎ JIYANA XWE JI DEST DA
 
Hunermendê Sineyî bilûrvanê navdar Cemşîd Endelîbî jî di 66 saliya xwe de li Tehranê wefat kir. Endelîbî li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Bêyî ku perwerdeyekê bibîne hînî bilûrê bûbû. Di demên piştre de jî çû Zanîngeha Tehranê û li vir hînî çêkirina bilûrê û di aliyên wê yên girîng de serwext bû. Muzîka kevneşop a Îranê ji Nasrallah Nasehpur, Nuralî Bromand û Muhammed Riza Lutfî hîn bû û li gel muzîkê, her wiha gelek melodî jî amade kir. Hat zanîn ku Cemşîd Endelîbî li mala xwe ya li Tehranê ji ber krîza dil wefat kiriye.