Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok ê gelek pirtûkên weke helbest û roman nivîsandine ya bi navê “Mezopotamya” derket. 
 
Pirtûkeke nû ya helbestê ya kurdî li wêjeya kurdî zêde bû. Pirtûka helbestê ya bi navê “Mezopotamya” ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok ji aliyê Weşanxaneya Na’yê ve hat çapkirin. Pirtûka ku ji 99 rûpelan pêk tê, di girtîgehê de hatiye nivîsandin. Mahîr Bagok ji bilî pirtûka helbestê ya “Mezopotamyayê” 11 pirtûkên weke helbest, roman û kurteçîrok nivîsandine.
 
Yek ji helbesta bi navê "Dîroka Lihevhatî" ku di pirtûkê de cih digire wiha ye: 
 
"min hilda 
dawa werzên dîroka qeşeng û lihevhatî 
li wir hewand payiza xwe
di havîna tenê wê yê razên sincirî de 
tebitî bagera hinavê min dilerizî 
şikand xurîniya bengînên min ên çilek
bi wê henaseya xwe ya bextewer
di tebîetê xwe yê guherbar de
ezimandibûm di xwezaya hebandinê de wê zivistana sar
dilnerm
dilgerm
dilniwaz..."
 
Mahîr Bagok kî ye ?
 
Mahîr Bagok di sala 1981'ê de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik dibe. Bi qasî 6 salan li çiyayên Kurdistanê şervanî kiriye. Zêdetirî 18 salan e di girtîgehê de ye. Bagok, niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Manîsayê tê ragirtin.  
Berhemên wî:
 
*Deriyê Sibehê (Helbest)- Weşanxaneya Lîsê-2011
 
*Pênc Kulîlkên Zivistanê (Kurteçîrok) - Weşanxaneya Lîsê- 2012
 
*Dewsa Ramûsanên Brûskan (Kurteçîrok) - Weşanxaneya Lîsê- 2014
 
*Kefiyên Cihêreng (Roman)-Weşanxaneya Lîsê- 2016
 
*Sîya Nepenê (Roman)-Weşanxaneya Nayê-2015
 
*Bêrîrehê (Helbest)-Weşanên Ava-2017
 
*Nîgarên Hebûna Xewnerojkan (Helbest)- Weşanên Ava 
 
*Dilsîda (Helbest)-Weşanên Ava-2020
 
*Henasa Jiyanê (Roman)-Weşanxaneya Nayê-2022
 
*Çavqirpandina Bêriyê (Novela)-Weşanxaneya Nayê-2023
 
*Tûrikê Bûnewer (Roman)-Weşxaneya Nayê-2023
 
*Mezopotamya (Helbest)-Weşanxaneya Nayê-2024