Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin 2023-02-01 15:51:15   ENQERE - Almanya, Ingilistan û Hollandayê konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin. Kanadayê jî hişyariya dibe ku “êriş” çêbibe li welatiyên xwe kir.    Almanya, Ingilistan û Hollandayê ji ber fikarên xwe yên ewlehiyê konsolosxaneyên xwe yên li Stenbolê girtin. Piştî vê rewşê Kanadayê jî welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê û yên ku biçin wê derê bi peyameke qoda lezgîn hişyar kirin. Kanadayê di peyama xwe de wiha got: “Ji ber gefa êrişan a li Tirkiyeyê û îhtîmala xwepêşandanan a li seranserê welat gelek baldar bin.”