Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin

img
SWÎSRE - Di çalakiya rûniştinê de ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berdewam, vê hefteyê Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin.
 
Di çalakiya rûniştinê de ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berdewam, vê hefteyê Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin. Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de hat bibîrxistin ku salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê nêz bûye û banga ji bo tevlêbûna li meşa dirêj hat kirin ku dê 6-11’ê Sibatê bi pêşengiya enternasyonalîstan bê lidarxistin.
 
Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Erdal Atasoy axivî. Atasoy got: "Êrîşên qirkerî û dagirkeriyê yên berpêyî kurdan û Kurdistanê, ne bi tenê encama siyaseta îmha û înkarê ya dewleta tirk e. Ev polîtîka encamek e komploya li hemberî Rêbertiya me ye.’’
 
Atasoy cardin got ku êrîşên tecrîd û qirkirinê bi hev re tên kirin û wiha pê de çû: "Ji xeynê şikandina tecrîdê tu çareya kurdan nîn e. Dostên me yên enternasyonalîst ku li felsefeya azadiyê ya rêberê me Abdullah Ocalan dibin xwedî, wê bimeşin. Giring e ku em li vê meşê bibin xwedî." Atasoy, banga tevlêbûna konferansa ku wê di 5’ê Sibatê de bê danîn û meşa dirêj kir ku dê 6’ê Sibatê de dest pê bike, kir.
 
Atasoy her wiha destnîşan kir ku divê her kurd di vê pêvajoya hesas de tiştê dikeve ser milê wan bike. 
 
Piştî axavtinê, Kurdistaniyan dirûşme berz kirin û çalakiya rûniştinê dewam kir.