Ji DYA'yê tîmeke 161 kesî diçe herêma erdhejê

img
ENQERE - Piştî erdheja li Bakurê Kurdistanê ku bû cihê rûxandineke mezin, ji DYA'yê tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê ya 161 kesî bi rê ket. 
 
Piştî erdheja li Kurdistanê ku li gelek bajaran bû cihê karesateke mezin, ji gelek welatan tîmên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî Tirkiyeyê hatin kirin. Ji bajarê Fairfax ê parêzgeha Virginiayê û ji bajarê Los Angeles ê Californiayê tîmeke ji 161 kesî ber bi Tirkiyeyê ve bi rê key. Tîma lêgerîn û rizgarkirinê îro danê sibehê bi balafira kargoyê ya leşkerî ya bi tîpa C-17 a girêdayî Fermandariya Muhafizên Hewayê ya Alaskayê ji Binkeya Doverê ya Hêzên Hewayî ya DYA'yê bi rê ket.