Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin

  • cîhan
  • 14:01 1 Hezîran 2023
  • |
img
WAN - Di meha gulanê de li Îranê 142 kes hatin bidarvekirin. 
 
Rejîma Îranê tenê di meha gulanê de 142 kes bi dar ve kir. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê; ji kesên hatine darvekirin 31 jê beluc, 22 jê kurd, 9 tirk û 6 jî efxan in. Her wiha nasnameya 37 kesan jî nehat tespîtkirin. Ji 142 kesên hatine bidarvekirin 6 jê ji ber sûcên siyasî, 83 jê ji ber sûcê tiryakê, 47 jê ji ber sûcê cînayetê, 4 jê ji ber sûcê destdirêjiyê, 2 jê ji ber sûcê qasibkariya mirovan û tawanbariyên nelirêtiyê hatin bidarvekirin. 
 
RÊJEYA ÎNFAZAN A HERÎ BILIND
 
Li gorî daneyan; hema hema her du rojan carekî 9 girtî hatin înfazkirin. Ev rêjeye ji sala 2015’an heta niha rêjeya herî bilind a înfazan e. 
 
Di 5 mehên ewil ên sala 2023’yan de li Îranê herî kêm 307 kes hatin bidarvekirin.