Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî

  • cîhan
  • 18:54 11 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîl û Reveberiya Rûm a Qibrisê li dijî Îranê wek hevpar tetbîqata şer pêk anîn.

Radyoya Artêşa Îsraîlê da zanînku Hêzên Hewayî yên Îsraîlê û Rêveberiya Rûm a Qibrisê wek hevpar li dijî Îranê tetbîqatekî şer a hewayî pêk anîne.

Di nûçeyê de hat gotin ku tatbîqat bi ser êrişeke li dijî Îranê hatiye pêkanîn. Hat zanîn ku Artêşa Îsraîlê ji ber êrişên xwe yên li dijî Xeza û Lubnanê tatbîkat 6 meh berê dabûn sekinandin. Li gor agahiyên bi dest ketine Îsraîl di demeke nêz de di bin siya gefên Îranê de dest bi tatbîkatan kiriye.

Îsraîl di 1’ê nîsanê de li dijî avahiyê sefîrtiya Îranê êrişek li dar xistibû. Di êrişê de 2 jê generalên Artêşa Muhefizên Şoreşê yên Îranê, bi gişî 7 rayedar hatibûn kuştin. Îran piştî êrişê diyar kir ku ew ê bersivê bide vê êrişê. Herwiha Îran di bûyerê de DYA’yê jî berpirsyar dibîne.