Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin

  • cîhan
  • 23:50 13 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di mitînga li Kopenhag û çalakiya li Mannheimê hatine li dar xistin de bêdengiya li hember tecrîdê hate şermzarkirin û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwestin.
 
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li dijî tecrîda 25 salan a ser Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan mîtîngek hat lidarxistin.
 
Di mîtînga ku li Paradeplatzê hatiye lidarxistin de axaftin hatin kirin. Piştî daxuyaniyê hat destnîşankirin ku gelê Kurd wê rê nede pêkanînên dermirovahî yên di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ser girtiyên siyasî tê meşandin. Piştî daxuyaniyê qertên ji bo Îmraliyê hatibûn amadekirin, hatin şandin.
 
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û “Kujer Erdogan" hatin berzkirin.
 
KOPENHAG
 
Di mîtînga bi zimanê Danîmarkî ya Kopenhagê de bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan daxuyanî hat xwendin ev tişt hat gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiya azad e."
 
Di daxuyaniyê de bêdengiya welatên Ewropayê ya hemberî tecrîda mutleq hate şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ev tê wateya şîrikatiya qirkirina kurdan.
 
Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên “Bijî Rêber Apo” û “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.