Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin

  • cîhan
  • 00:47 14 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de her ku diçe zêdetir dibe. Urgun sehaya xwe ya esman girt, li Îsraîlê dibistan ji bo 2 rojan hatin betlanekirin.

Tê payîn ku dê Îran bersiva êrişa 1’ê nîsanê ya Îsralê ku li dijî avahiyê sersefîrtiya wan hatibû kirin bide. Bi ser vê yeke ji ber gefa şer Urdunê sehaya xwe ya hewayê girt. Li gorî agahiyên nûçeya Televîzyona dewletê ya Al Mamlaka, dê sehaya Urdunê bi demkî ji hemû firînan re were girtin.

LI ÎSRAÎLÊ DIBISTAN HATIN BETLANEKIRIN

Li aliyê din Artêşa Îsraîlê li dijî gefa êrişa Îranê ji bo 2 rojan hin tevdîrên ewlehiyên daxuyandin. Di çarçoveya tevdîrên ewlehiyê de hemû dibistan Îsraîlê 2 rojan hate betlanekirin.

Di tevahiya welat de derveyî cihên hatine diyarkirin tenê ji bo kombûna hezar kesan destûr hate dayîn, karê derve tê kirin û kargeh hatin sînordarkirin. Hat destnîşankirin ku dê li derdora Şirîda Xezayê û li hin herêman tenê 100, li cihên girtî tenê 300 kes karibin kom bibin.