Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir

  • cîhan
  • 01:16 14 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê da zanîn ku Îranê ji bo bersivdayînê gelek ÎHA’a şandin. Televîzyona dewletê ya Îraîlê KANN jî diyar kir ku Îranê li dijî Îsraîlê êrişa ÎHA’yan da destpêkirin. 
 
Artêşa ÎsraÎlê daxuyand ku Îranê gelek Balefirên Bêmirov ên Hewayê (ÎHA) şandin ber bi Îsraîlê ve. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê ÎHA’yên Îranê dê demekî dirêj li hewayê bin û piştre bigihin ser sehaya hewayê ya Îsralê. Hat zanîn ku dê li cihên ku di bin gefê de dengê sîrenê were vedan. 
 
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANN, daxuyand ku Îranê li dijî Îsralê êrişa ÎHA’yan da destpêkirin.
 
‘LI ESMANÊ SILÊMANIYEYÊ ÎHA HATIN DÎTIN’
 
Hin çavkaniyên ewlehiyê yên ji ajansa Reutersê re axivîne, anîn ziman ku gelek ÎHA’yên ji aliyê Îranê dihatin li esmanê Silêmaniya Herêma Federa ya Kurdistanê dîtine.
 
DYA PIŞTGIRIYA ÎSRAîLÊ DUBARE KIR 
 
Qesra Spî têkildarî êrişê daxuyanî da û wiha got: Ji bo ewlehiya Îsraîlê piştgiriya me tam e. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê li dijî êrişên ji Îranê tên, piştgiriya parastina Îsraîlê bike.”