Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin

  • cîhan
  • 10:01 14 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li NY’ê piştî êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê got: “Tol hate hilanîn. Dibe ku bûyer hatibe girtin.” 
 
Îsraîlê di 1’ê nîsanê de êrişî Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê kir. Di êrişê de 2 jê fermandarên Mihafizên Şoreşê, gelek kes hatin kuştin. Îranê jî ragihandibû ku dê tola xwe ji Îsraîlê hilîne. Îranê, êrişa îxtîmalê şevê din da destpêkirin. Di vê çarçoveyê bi sedan balafirên bêmirov û moşekan êrişî Îsraîlê kir. 
 
Li gorî rojnameya New York Tîmesê, Îranê ji Iraq û Yemenê 185 balafirên bêmirov, 110 fuzeyên ji bejahî ber bi bejahî ve têne avêtin û 36 fuze bi kar anî. Rayedarên DYA'yê ji CNN'ê re ragihandin ku artêşa DYA'yê bi tena serê xwe 70 balafirên bêmirov û herî kêm sê fuzeyên balîstîk asteng kir.
 
Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku ji sedî 99’ê êrişên drone û fuzeyan hatine astengkirin.
 
Îranê jî destnîşan kir ku ev yek bersiveke mafdar bû û xwest bersiveke leşkerî ji êrişê re neyê dayin.
 
Mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îranê sê saet piştî destpêkirina operasyonê peyamek weşand û got, "Dibe ku bûyer hatibe girtin.” Sefaretxaneya Bilind a li NY’ê wiha got: “Heke rejîma Îsraîlê şaştiyeke din bike wê bersiva Îranê hîn tund be.” Îranê diyar kir ku ev şer di navbera wan û Îsraîlê de ye û ragihand ku divê DYA tev li vê yekê nebe. Mîsyona NY’ya Îranê got: “Ev çalakiya leşkerî ya Îranê bersiveke li hemberî êrişa rejîma siyonîst a li hemberî navendên me yên dîplomatîk ên li Şamê ye."
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “êriş li gorî xala 51'emîn a têkildarî parastina rewa ya Şertê NY’ê hate kirin.”
 
Di êrîşa Îsraîlê ya 1'ê nîsanê de du generalên Hêzên Qûdsê û 7 Mihafizên Şoreşê hatibûn kuştin û Îranê jî gelek caran hişyarî dabû ku wê bersivê bide.