Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin

  • cîhan
  • 11:27 14 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Îranê ragihand ku êrişên wan ên bi moşekan ên li dijî Îsraîlê temam bûne. Her wiha hat diyarkirin ku heke êrişek li dijî Îranê çêbibe dê DYA piştgiriyê nede Îsraîlê. 

 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Îranê (IRNA) ku dispêre çavkaniyên leşkerî; Îranê li dijî Îsraîlê bi moşekên balîstîk êriş daye destpêkirin û ev êriş temam bûye. Li gorî ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Tesnîmê; Fermandarê Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê Muhammed Bakirî jî got; “Operasyon gihiştiye hemû hedefên xwe û heke Îsraîl tu êrişên din neke, dê hêzên wan li dijî Îsraîlê tu operasyonên din li dar nexin.” 
 
Bakirî, ragihand ku di êrişan de tu hedefên sivîl û aborî hedef nehatine girtin û armanca wan hedefên leşkerî bû. Her wiha Bakirî got ku êrişan wan, bersiva êrişa Îsraîlê ya li dijî Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê bû. 
 
QEBÎNEYA ŞER A ÎSRAÎLÊ CIVIYA 
 
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu, piştî êrişa hewayî ya Îranê li Baregeha Leşkerî ya Kîryayê ya li Tel Avîvê qebîneya şer civand. Hat ragihandin ku Qebîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê ji bo bersivdayîna Îranê, raye daye Qebîneya Şer. Li gel Netenyahu, her wiha Wezîrê Parastinê Yoav Gallant û serokê muxalefeta navendî Benny Gantz jî cih digire.
 
'DÊ BERSIVA ÎRANÊ GIRANTIR BE’
 
Nûnerê Daîmî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Saîd Îrevanî têkildarî mudaxileyeke îxtîmalî ya DYA’yê wiha got: “Ev pevçûn di navbera Tehran û Tel Avîvê de ye. Divê DYA jê dûr bisekine. Heke rejîma Îsraîlê xeletiyekê bike, dê Îran bertekeke pir tundtir bide.” 
 
DYA’YÊ ÎSRAÎL HIŞYAR KIR
 
Hat ragihandin ku Serokê DYA’yê Joe Biden ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu re got ku heke Îsraîl li dijî Îranê êrişekê li dar bixe, dê piştgiriyê nedin êrişê. 
 
Piştî Tehranê li dijî Îsraîlê êrişa hewayî da destpêkirin, DYA’yê jî li dijî dron û moşekên Îranê alîkariya hewayî da Îsraîlê. Piraniya êrişê vala hate derxistin û di saetên serê sibehê de jî Biden û Netanyahu li ser telefonê hevdîtin kirin. 
 
Rayedarekî Qesra Spî têkildarî mijarê bi Axiosê re axivî û got ku Biden ji Netanyahu re got: “Te serkeftinek bi dest xist. Êdî zêde nede zorê.” Biden, ji Netanyahu re got ku heke Îsraîl li dijî Îranê êrişekê bidest destpêkirin dê DYA piştgiriyê nede. 
 
Li gorî agahiyên rayedarekî îsarîlî bi Axiosê re parve kiriye, Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin jî bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant re axivî û jê xwest ku heke êrişekê li dijî Îranê li dar bixin, wan agahdar bikin. 
 
FIKARA ŞERÊ HERÊMÎ
 
Li gorî nûçeyê; rayedarên DYA’yê ji Îsraîlê re gotin ku heke bersivê bidin êrişa Îranê ev yek dê bi xwe re encamên giran bîne û rê li ber îxtîmala şerekî herêmî veke. 
 
Biden, da zanîn ku hêzên DYA’yê yên li herêmê hema hema di xistina tevahiya dron û moşekên Îranê de ji Îsraîlê re bûne alîkar û dilsoziya xwe ya bi ewlehiya Îsraîlê re nîşan dane. Biden, diyar kir ku li dijî hêz û tesîsên DYA’ê êrişek nehatiye kirin û got: “Tevî vê jî li dijî her cureyên gefan em bi hişyarî tevdigerin.”