Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir

  • cîhan
  • 11:37 14 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê da zanîn ku Îranê 100 jê moşekên balîstîk, bi giştî 290 moşek û ÎHA’yan êriş pêk aniye. 
 
Li gorî nûçeya saziya weşana cemaweriyê ya Îsraîlê KAN’ê; artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê şevê din 100 jê moşekên balîstîk, 30 moşek û 160 balafirên bêmirov ên kamîkazeyê êrişî Îsraîlê kir. Di heman demê de hat gotin ku li gel êrişa Îranê, bi awayekî hemwext li Lubnanê 40, li Iraq û Yemenê jî bi moşek û balafirên bêmirov êriş hatine kirin. Artêşa Îsraîlê li gel welatên din ên bi pêşengtiya DYA’yê li derveyî xaka Îsraîlê “zêdetirî 20 moşek” xistine. 
 
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku moşekek jî negihiştiye Îsraîlê û yên gihiştin Îsraîlê jî xesareke biçûk daye binesaziya Îsraîlê.