‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive

  • cîhan
  • 12:47 15 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Rayedarekî Îsraîlî anî ziman ku Dîwana Şer a Îsraîlê ji bo êrişa Îranê nîqaş bike, dê îro ji nû ve bicive. 
 
Çavkaniyek ji rayedarên hikûmeta Îsraîlê bi ajansa nûçeyan a Reuters’ê re axivî. Çavkanî anî ziman ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ji bo êrişa Îranê nîqaş bike dê îro bi saeta herêmî 14.00’an dîwana şer ji nû ve bicivîne. 
 
Di dîwana şer a Îsraîlê de, tevî Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yoav Gallent, ji wezirên parastinê yên berê Benny Gantz û gelek çavdêrîvan hene. Herwiha çavkanî da zanîn ku dîwan di şeva 14’ê nîsanê roja yekşemê de jî civiyaye.