Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an

  • cîhan
  • 21:36 28 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Xezaya ku êrişên Îsraîlê lê didomin, hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an. 
 
Hejmara filistîniyên di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha yên li dijî Şirîda Xezayê de hatine kuştin derket 34 hezar û 454 kesan, 77 hezar û 575 kes jî birîndar bûn. 
 
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku artêşa Îsraîlê di nava 24 saetan de 7 caran êriş kir û 66 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 138 jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hejmareke zêde ya miriyan di bin enkazan û rêyan de hene ku tîmên parastina sivîl û ambûlansan nikarî ye xwe bigihîninê.