Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe

  • cîhan
  • 10:55 29 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şirîda Xezayê de hatine kuştin derket 34 hezar û 476’an. 
 
Êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezayê didomin. Li Xezayê di encama hedefgirtina malbata et-Tertûrî ya li ser Cadeya Ebû Hûsayra ya li Xezayê jin û zarok di nav de herî kêm 5 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Li Taxa Sabrayê jî di encama bombekirina malbata Hîcazî ya ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve 2 jinên filistînî hatin kuştin. 
 
Li başûrê Şirîda Xezayê, li li Taxa Cenîne ya li rojhilatê bajêrê Refahê balafirên şer ên Îsraîlê mala malbata “Hatîb” hedef girt û herî kêm 4 filistînî hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şabûra ku li navenda Refahê ye û filistîniyên ji cihê xwe bûne lê dimînin di encama bombebarandina mala aydê malbata “Havacat” jî 6 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Refahê di encama hedef girtina artêşa Îsraîlê ya li dijî mala malbata “Ebû Taha” de 5 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Êrişên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan ve li dijî jîngehên sivîlan, nexweşxane, dibistan, bargegehên ku filistîniyên ji cihê xwe bûne lê ne didomin. Ji ber êrişan bi sed hezaran filistîniyan koç kirin, di êrişan de herî kêm 14 hezar û 686 zarok, 9 hezar û 670 jin bi komî 34 hezar û 476 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.