Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin

  • cîhan
  • 15:44 29 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Kenyayê Naîrobiyê bendav teqiya û herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li paytexta Kenyayê Naîrobiyê bendav teqiya. Waliyê Bajar Sûsan Kîhîkî ji AFP'ê re axivî û wiha got: “Heta niha 42 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hin kesên din hene ku di nava heriyê de mane û em hewl didin bibînin.”
 
Bendav bi 100 kîlometreyî li bakur rojavayê Naîrobiyê ye, li nêzî bajarokê Maî-Mahîû yê li Geliyê Rîftê ye. Li gorî rayedaran, ji ber teqîna bendavê mal û rê di binê avê de man.
 
JI BER LEHIYÊ 76 KES MIRIN
 
Di roja înê de hikûmeta Kenyayê bang li gel kiribû ku li hemberî barana zêde amade bin. Ji meha adarê û vir ve di lehiyê de 76 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li navçeya Nakûrû ya li Maî-Mahîû, di sala 2018'an de ji ber barana zêde û lehiyê bendava Solaî teqiya bû û 48 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.