Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin

img
ÇEWLIG - Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê biryara erênî bo rapora ÇED’ê da ku li ser Çemê Sarimê HES bê çêkirin. Xelkê herêmê jî ji bo proje bê sekinandin serî li Şûraya Dewletê da. 
 
Li ser Çemê Sarimê yê di navbera navçeya Darahênê ya Çewligê û navçeya Licê ya Amedê de tê xwestin Santrala Hîdroelektrîk (HES) a Bîrsûyê were çêkirin. Çend roj berê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê rapora erênî ya Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) da şirketa ku projeyê çêdike. Xelkê herêmê li ber biryara Wezaretê rabû û li dijî HES’ê bo ku neyê çêkirin û proje bê sekinandin serî li Şûreya Dewletê da. 
 
Parêzer Bariş Yildirim li ser navê gundiyan serî li Şûraya Dewletê da û îtîrazî projeyê kir û xwest tavilê proje were betalkirin. Yildirim destnîşan kir ku heke proje pêk were dê pergala xwezayê ango ekosîstema herêmê were talankirin.