Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn

img

ÎZMÎR - Ciwanên ekolojîst destnîşan kirin ku krîza ekolojîk êdî ji senaryoyekê wêdetir bûye rastiyeke jiyanê û li dijî talankirinê îşaret bi têkoşînê kirin. 

 
Li Tirkiyeyê di 21 salên desthilata AKP'ê de ji ber talankirinê li Tirkiye û Kurdistanê hişkesalî rû dide. Ev talankirin dibe sedema mirina mirovan û texrîbatên mezin. Ev talankirin ji bo nifşên niha û nifşên bê jî bûye cihê fikarên mezin. 
 
Li Îzmîrê ciwanên ekolojîst têkildarî 5'ê Hezîranê Roja Haiwrdorê ya Cîhanê bal kişandin ser talankirina ekolojiyê û îşaret bi têkoşîna li dijî talankirinê dan. 
 
Ji endamên Zarokên Xwezayê Efûn Yildiz, diyar kir ku baran, şewatên daristana û lehiyên di meha Hezîranê de nîşan didin ku bê krîza avhewayê di kîjan astê de ye. Yildiz destnîşan kir ku ev krîz tenê bandorê li mirovan nake û wiha got: "Krîza em jê re dibêjin krîza avhewayê, talankirina ekolojiyê bandorê li hemû candaran dike. Gava em gerstêrkê û avan biparêzin, di heman demê de em qadên jiyanê yên hemû candaran diparêzin. Em bi awayekî giştî li vê yekê mêze dikin. Em qadên jiyanê yên heywan û mirovan bi temamî diparêzin." 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ
 
Yildiz anî ziman ku ku ger talan bi vî awayî bidome, dê tevahiya qadên jiyanê tune bibin û got ku tekane berpirsê vê talanê jî kapîtalîzm e. Yildizê destnîşan kir ku kapîtalîzmê bêyî ku bibêje ev xweza, heywan û mirov in polîtîkayeke kedxwarî û serdestiyê dimeşîne û wiha domand: "Ev yek nîşanî me dide ku ev gef ne senaryoyeke fîlman e, rastî ye û hemû candar bandorê jê digirin. Hemû cihêkarî û cureyên tundiyê xwe disiêrin heman rehê. Binpêkirina li xwezayê, li heywanan, li jin û zarokan û ya li gelan berhema heman ferasetê ye. Lewma em wiha difikirin ku têkoşîna li hemberî wan, têkoşîneke hevpar e." 
 
Yildiz, di dawiya axaftina xwe îşaret bi mezinkirina têkoşîn û piştevaniyê ya li dijî talankirina ekolojiyê kir. 
 
'CIWAN KIRDEYA TÊKOŞÎNÊ NE'
 
Emîr Saraçoglû jî anî ziman ku ciwan di têkoşînên civakî de tim li refên pêş in û got ku ew hewl didin ku têkoşîna ji bo ekolojiyê jî bilind bikin. Saraçoglû destnîşan kir ku sermaye tu carî dest ji talankirinê bernedaye û her carê bi awayekî dijwartir êriş dike. Saraçoglû bal kişand ser meşa 5'ê Hezîranê ya Roja Hawirdorê ya Cîhanê û got ku divê her kes daxilî vê meşê bibe û ew ê pêşî li ber talankirinên mezin bigirin. 
 
Sedanûr Parmaksiz destnîşan kir ku ciwan ji zû de ye li dijî bêsiberojiyê têdikoşin û got ku bi talankirina ekolojiyê re îhtimala tunebûna gerstêrkê zêde bûye. Parmaksiz diyar kir ku ciwan kirdeya têkoşîna ekolojiyê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê rola ciwanan jî ew be ku bibin kirdeya têkoşînê û rê li ber têkoşînê bixin." 
 
BANGAWAZİ
 
Parmaksiz bi lêv kir ku ew wekî zarokên xwezayê hewl didin ku pêwendiya di navbera kampusan û têkoşîna ekolojiyê ya herêmî xurt bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Her wiha em dixwazin zanîngehên ku ji bo zanisteke ekolojîk têdikoşin ava bikin. Niha li pêşiya me 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê heye. Em ê li Îzmîrê saet di 18.00'an de li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê a Alsancakê meşekê li dar bixin. Ger têkoşîn tune be, em ê bi qirkirinêr e rû bi rû bimînin. Em ji bo xurtkirina têkoşînê bang li hemû ciwanan dikin." 
 
MA / Tolga Guney