Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive 2023-02-08 00:07:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara OHAL’ê ya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan dê di 9’ê sibatê de li Meclisê bê nirxandin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ragihandibû ku dê li 10 bajaran ji bo 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) were ragihandin. Biryar hate dayîn ku mijar di 9’ê sibatê de were nîqaşkirin. Li gorî xala 119’emîn a Destûra Bingehîn, biryar divê ji ewil di Rojnameya Fermî de were weşandin, piştre ji Meclisê re bê pêşkeşkirin û bê Lijneya Giştî. Piştî hevdîtinan jî dê dengdayîn çêbibe. Di biryara OHAL’ê de hewcehî bi dengê herî kêm 151 parlamenteran heye. Ji ber ku gelemperiya parlamenteran li herêmên erdhejan e, biryara OHAL’ê ji bo roja pêncşemê hate hiştin.