Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin 2023-02-08 00:49:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li korîdorên Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê de tên sekinandin.    Li Semsûrê ku bandor ji erdheja Bazarcixa Mereşê wergirtiye, ji ber ku morga Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê tije bûye, cenaze di nava betaniyan de li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin.  Welatiyekî ku rewşa li nexweşxaneyê bi kameraya telefona xwe qeyd kiriye, dibêje: “Ji ber ku di morgê de cih nemaye, miriyan dibin qada sor û kesk. Nîviyê gel jî hê di bin kavilan de ye. Semsûr bêxwedî ye. AFAD, tune ye, tu kes tune ye, gel bi derfetên xwe tiştina dike.”    Di dîmenan de tê dîtin ku gelek kesên mirî di nava betaniyan de li korîdoran in û tu personelên nexweşxaneyê jî xuya nakin.”