2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne 2023-02-08 01:13:19   RIHA - Li avahiyek li cadeya Îpekyolû ya Rihayê lêgerîn berdewam dike û hat zanîn ku 2 jê zarok malbetek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de mane.       Her ku diçe bîlançoya mirî û birîndarên erdhejê zêdetir dibin. Li Rihayê di encama erdehejê de gelek avahî li navend û navçeyan hilweşiya û heta niha 48 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 123 welatî jî birîndar bûne.       Hat diyarkirin li gelek avahiyên Rihayê xebatên lêgerînê qediyane û lê li 2 avahiyên li cadeya Îpekyoluya navçeya Halîliyeê lêgerîn berdewam dike. hejmara kesen ku di bin avahiye de mane nayê zanîn.     Hat zanîn ku li avahiyek lêgerîn lê didome 2 jê zarok û malbatek jî 5 kesan pêk tê di bin kavilan de mane û lêgerîn hê berdewam dike.