Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin 2023-02-08 01:38:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara OHAL’ê ya ji hêla Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve hatibû dayîn, di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo 10 bajarên ku ji erdheja Mereşê bibandor bûn biryara Rewşa Awarte (OHAL) dabû. Biryar, di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Di biryarê de hate ragihandin ku di 8’ê sibata 2023’yan de ji roja çarşemê saet ji 01.00’an ve li bajarên Edene, Semsûr, Amed, Dîlok, Hatay, Mereş, Kîlîs, Meletî, Osmaniye û Rihayê OHAL bikeve meriyete û dê 3 mehan bidome.