Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an 2023-02-08 08:52:41     RIHA - Li Rihayê hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.  Cigirê Serokkomar Fûat Oktay da zanîn ku li Rihayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 95 û ya birîndaran jî derket hezar û 195'an.’   Di 6’ê sibatê de li Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,5 erdhej çêbûn. Ji erdhejê 11 bajar bandor bûn ku yek ji wan bajaran jî Riha ye. Di encama erdhejê de li navend û navçeyên Rihayê gelek avahî hilweşiyan. Xebatên lêgerînê yên li ser kavilên du avahiyan didomin. Hejmara qurbaniyan jî her ku diçe zêdetir dibe.    Cigirê Serokkomar Fûat Oktay bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama erdheja li Rihayê de heta niha 95 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 195 kes jî birîndar bûne. Li navenda Rihayê ji bilî du avahiyan, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê qediyan. Xebat niha li ser kavilên avahiyeke li ser cadeya Îpekyoluyê û li ser kavilên avahiyeke li Taxa Yenişehir a Halîliyeyê berdewam dikin.