Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe 2023-02-08 09:07:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Di du erdhejên ku navenda wê Mereş bû li pey hev pêk hatin de, hejmara miriyan zêde dibe. Bi hezaran kes hê jî di bin kavilan de ne. Nûçegihanên me ji herêmên erdhejê ragihandin ku xelkê şeva xwe li derve derbas kiriye û ji ber piştevanî ji bo wan nayê kirin li dijî îktidarê û saziyên wê bi bertek in.    Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 hejiya. Mereş jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 6 hezarî bihûrî. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê OHAL hat ragihandin. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê têr nakin û tê gotin hê jî cihên ku tîman xwe negihandinê hene. Nûçegihanên ji herêmên erdhejê kêlî bi kêlî agahiyan radigihînin. Nûçegihanên me ragihandin ku xelkê li herêmên erdhejê bi şerv li derve man û heta serê sibê erdhejok qet nesekinînin.    17.18 - ROJNAMEVAN HATIN BINÇAVKIRIN   Nûçegihanê MA’yê Mahmut Altintaş û nûçegihana JinNewsê Sema Çaglak ku li navçeya Bêrecûkê avahiyê hilweşandî dikişandin, hatin binçavkirin.   17.17 - Niha 6 endamên malbata Gunduz di bin kavilê avahiya Navenda Kargehan a Galeria’yê de ne. Xizmê malbatê Enes Gunduz diyar kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê pir kêm in û wiha got: “Vînç bi pirsgirêk in. Xwe nêzî kîjan parçeya beton bikin di destê wan de dimîne û ben dipiçe. Çapemeniya îktîdarê nûçeyên derew çêdike.”    17.05 - Yekitiya Bijîşkên Tirk ragihand ku di encama erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dane.    17.04 - AFAD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê cenazeyên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin, piştî 24 saetan dê bên definkirin.  17.03 - SANCAR LI EDENÊ YE Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re, li Edeneyê serdana deverên ku bandor ji erdhejê girtine kirin. Sancar got: "Ev kavilên ku hûn dibînin, rûxandina pergalekê ye." 16.10 - Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê tenê ji bo 10 deqîqeyan hat ber Navenda Kar a Diyar Galeriayê, ji mexdûrên erdhejê yên bertek nîşandan re wiha bersiv da: “Xebata hêdî bi temamî teknîka ku welatiyên me ji bin xirbeyan derbixîne.” 15.34 - TIFAQA KED Û AZADIYÊ BANGA SEFERBERIYÊ KIR Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kir ku îktîdar li şûna destwerdan û alîkariyan organîze bike, hewl dide xwe biparêze û wiha got: “Ya ku divê bihata kirin ne ragihandina OHAL’ê lê seferberiya civakî ye.”.    14.57 - 8 HEZAR Û 574 MIRΠ   Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku çû navenda erdhejê Mereşê, li vir daxuyanî da. Erdogan daxuyand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezar û 574 û ya birîndaran jî 49 hezar û 133 ye. Her wiha Erdogan daxuyan ku hejmara avahiyên hilweşiyayî jî 6 hezar û 444 e. Serokkomar Erdogan ku piştî îlankirina Rewşa Awarte çû herêma erdhejê, gel guh lê nekir. Erdogan got ku dê 10 hezar TL'yî bidin mexdûrên erdhejê.    14.54 - Nûçegihanê wêneyan Efekan Akyuz ku rewşa dawî ya li Hatayê ragihand got: "Mirov cenazeyên xwe vedişêrin, lê haya dewletê ji vê tune ye."      14.50 - GIRTIYÊN LI GIRTÎGEHA TURKOGLÛ SEWQÎ GIRTÎGEHÊN DIN KIRIN   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê ku ji erdhejê zirareke mezin gihiştibûyê dihatin ragirtin sewqî girtîgehên din hatin kirin.    14.45 - SANCAR SERDANA BIRÎNDARAN KIR    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê birîndar ziyaret kirin û piştre jî ber bi Edeneyê ve ketin rê.    13.00 - BIRYARA REWŞA AWARTE ŞANDIN MECLISÊ   Biryara Rewşa Awarte ku 10 bajarên Kurdistanê yên bandor ji erdhejê girtin dihewîne, berpêşî Meclisê hat kirin.    13.35 - JI AMEDÊ BER BI SEMSÛR Û MEREŞÊ VE SEFERBERΠ   Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ragihand ku 5 TIR alîkarî bo mexdûrên erdhejê yên li Mereş û Semsûrê şandine û tîmek ji 300 dilxwazan û 60 endezyaran pêk tê şandin herêmê.      12.19 - LI AMEDÊ HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE   Li Amedê ku ji ber erdhejên Mereşê 7 avahî hilweşiyan, hejmara kesên mirî gihîşt 132'yan û ya birîndaran jî gihîşt 909'an. Hê jî xeber ji gelek kesan nayê girtin. Walîtiya Amedê û rayedarên AFAD'ê hem daneyan belav nakin hem jî daxuyaniyê nadin.    12.29 - HEJMARA MIRIYAN ZEDE DIBE   AFAD, daxuyand ku hejmara kesên di erdehejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 7 hezar û 108’an û 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne.    12.00 - WHO'YÊ REWŞA LEZGÎN RAGIHAND   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji ber erdhejên navenda wê Bazarcix e, “Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn” ragihand.    11.43 - Welatiya ku ji Elbistanê xwe gihand MA’yê da zanîn ku tevahiya navenda navçeyê rûxiyaye, xizmên wan ên di bin kavilan de bi rêya telefonê li wan geriyane lê ji ber ku makîneyên kar û tîmên rizgarkirinê dereng çûne, heta niha nekarîne xwe bigihînin tu kesên sax.    11:19 - 6 HEZAR Û 957 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA   AFAD'ê ragihand ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 957'an û ya birîndaran gihîştiye 38 hezar û 224'an.    10.57 - XELKÊ SEMSÛRÊ WALÎ PROTESTO KIR   Xelkê Semsûrê bi armanca ku rayedar xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nakin, ber bi Walîtiya Semsûrê ve meşiyan. Rayedar di bin parastina polîsan de ji avahiya walîtiyê hatin derxistin.    10:33 - Mûsa Koseyê ku li Islahiyeyê ji bin kavilan hat derxistin, anî ziman ku ji bin heman kavilê peyama "em sax in" hatiye, lê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tune ne.    10:13 - HDP'Ê 30 TIR ALÎKARÎ ŞAND HERÊMÊN ERDHEJÊ    Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê dest bi belavkirina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê berhev kiribûn kir. Li herêmên ku ekîbên AFAD’ê hejmara wan lê kêm jî komên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şandin.    10:11 - AFAD'ê ragihand ji saet 06.15'an pê ve di erdhejên ku navenda wê Mereş e, 6 hezar û 234 kesan jiyana xwe ji dest daye û 37 hezar û 11 hes jî birîndar bûne.    09.49 - GELÊ SEMSÛRÊ BI HÊRS E   Welatiyên li Semsûrê li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne wiha bertekên xwe anîn ziman: “Semsûr dem û duz bûye. Li navenda Semsûrê 80-90 hezar mirî hene. Hikûmet, dewlet, ceyran, av, gaza xwezayî, nan tune ye.”    08:49 - LI BAZARCIXÊ GEL DI SIR Û SEQEMÊ DE LI DERVE YE    Li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê ya Mereşê sir û seqemek dijwar heye. Mexdûrên erdhejê konek û bereqeyek nabînin ku lê bimînin. Mexdûr di binê sifrê pileya 5 de li derve dijîn. Hin kes li derdora agir, hin kes di qaseyên kamyonan de, hin kes di wesayîtan de, hin kes jî li derdora avahiyê hilweşiyayî li benda xeberên xêrê ne. Malbatên ku şeva xwe li derve derbas kirin diyar kirin ku cenazeyên xwe ji bin kavilan dernexistine.      HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE   * Li Rihayê hejmara qurbaniyan gihîşt 95’an û 195 jî birîndar bûne.    * Cenazeyên qurbaniyên ku li Semsûrê jiyana xwe ji dest dane, li korîdorên Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê û li ber dibistanan tên sekinandin.    * Hat daxuyandin ku di erdhejê de 5 hezar û 894 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 hezar û 810 kes birîndar bûne.    01.12 - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku îktidara AKP’ê welat ber bi hilweşandinê ve biriye û got: “Berpirsê vê pêvajoyê Erdogan bi xwe ye. Bacên erdhejê bi çeteyan dan xwarin.”