Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne? 2023-02-08 10:10:23   RIHA - Li Rihayê ku bandor ji erdheja li Bazarcixê girtiye, ji ber ku alîkarî nayê kirin bertek nîşan dan û gotin: "Berpirsyarên van erdhejan kî ne?   Erdheja ku di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbû, bandoreke mezin li bajarên bakur û rojavayê Kurdistanê û Sûriye kir. Di erdhejê de heya niha bi hezaran kesî jiyanê xwe ji dest daye û di ser 30 hezarî re kes birîndar bûne. Bajarên ku bandoreke mezin ji erdhejê girtine, yek jê jî Riha ye. Li navenda Rihayê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyane. Hat diyarkirin ku li Rihayê heta niha 95 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar bûne.    Li navenda Rihayê ji xeynî 2 avahiyên hilweşiyayî, li nav kavilên avahiyên din xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn.    Gelek avahî hatin vala kirin û welatiyên ku avahiyên wan tehliye kirine û hilweşiyanê li derva ne. Welatiyên ku avahiyên wan hilweşiyane û yên avahiyên wan texrîb bûne li der ve ne. Li bajêr pirsgirêka peydakirina xwarinê û tiştên jiyanî heye. Ji ber vê welatî li ber firinan dikevin dorê.    Rihayiyan bertek nîşanî vê guhnedêriyê da.    'LI RIHAYÊ NAN TUNE YÊ'   Welatiyê bi navê Mûzzafer Şakaci ku xizmên wî di bin kavilan de ye bi lêv kir ku li Rihayê gelek firinên nan girtî ne û ji ber vê yekê mirov xwarinê peyde nakin û got: "Li Rihayê nan tune ye. Gelek mirov li derve ne. Êdî mirov li derve perîşan bûne, hinek ji wan xwe dikin bin sivêrnekên xaniyan, lê ew xanî xetere ne, dibe ku hilweşin. Mirovên li derva ji ber sermayê agir vêdixin û bi betaniyan xwe germ dikin. Divê şeredarî êdî tiştekî bike. Em hemû mexdûr in, xizmên min di bin kavilan de ne. Di erdheja ewil de avahiya xizmên me hilweşiya. Divê zêdetir tîmên alikariyê bên şandin."   'BERPIRSYAR KÎ NE?'   Welatiyê bi navê Kadîr Karakûrt jî bal kişand ser xemsariya li dijî erdhejan û wiha bertek nîşan da: "Hemû kes dizane ku ew avahî 40-50 sal in hene. Kesên ku sîgorteya erdhejê ya van avahiyan çêkir û pereyên depozîtoya van avahiyan xwarin, li ku ne? Berpirsyarê van kî ne? Hemû kes dizan in ku tevdîr nehatine girtin. Erdhejok hê berdewam dikin. Ji bo tevdîra vê yekê bê girtin divê ji gel re kon bên danîn û pêdiviyên wan bên dabînkirin."   'MIROV DI SIR Û SEQEMÊ DE LI DERVE NE'   Mehmet Sizin jî bilêv kir ku gelek mirov di vê sermayê de li derve ne û ev titş gotin: "Divê şaredarî ji bo welatiyên derve cihekî bibîne. Firinên nan girtîne nan girtî ne. Divê şaredarî ji bo dabînkirina pêdiviyên mirovan tiştina bike. Market û firinên nan girtî ne, mirov nikarin pediviyên xwe yên xwarine dabîn bikin."   BERTEK   Welatiye bi navê Îsa Çakar ku di erdhejê de ap û jinaapa wî jiyana xwe ji dest dane û 2 pismamên wî di bin kavilan de ne. Çakar jî bertek nîşanî şarederiyê da û got: "Me nedît ku şaredariyê piştevanî û alikariya welatiyên li derve kiriye. Konên ku hatine avakirin têr nakin, yên ku derfetên wan hene di wesayitên xwe de dimînin yên ku derfetên wan kêm bin jî li derve ne. Divê xwarina germ û nan ji bo welatiyan bê belavkirin."   'ME TU KES NEDÎT'   Welatiya bi navê Rabîa Sutçu ku xaniyê wan hilweşiyaye jî bi lêv kir ku ew ji ber ku li derve mane di restoranteke taybet de bi cih bûne û got: "Erdhej çebû, xaniyê me hilweşiya, Lê ne şaredarî ne jî tu kes bi me re eleqedar nebû. Em li derve mane û li vê restoranta taybet bi cih bûne. 2 roj in em li vir in, heke xwediyê vê restorantê me derxe îja em ê biçin ku?"   MA / Mahmût Altintaş