Alîkariyên HDP’ê gihiştin Meletiyê 2023-02-08 10:12:30   MELETÎ - Alîkariyên ku rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan kom kirin, duh di saetên şevê de gihiştin Meletiyê. Dê alîkarî di nava rojê de li gel bên belavkirin.    Erdheja li Mereşê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê rê li ber texrîbateke mezin vekir. Li gel ku bi ser erdhejê re sê roj derbas bûne, hêjta peywendî bi gelek deveran re nayên danîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re, di çarçoveya Navenda Koordînasyona Krîzan de li tevahiya rêxistinên xwe yên navend û navçeyan xebat dan desptêkirin. Li ser bangawaziyên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, gelek alîkarî hatin komkirin û di saetên şevê de ji Meletiyê re hatin şandin.    Alîkariyên hatine şandin dê ji hêla endamên partiyê ve di nava rojê de li gel bên belavkirin.