Medyaya hawîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike! 2023-02-08 13:19:29   ENQERE – Erdhejê li gelek bajarên Kurdistanê rê li ber hilweşîneke mezin vekir û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Li ser xemsariya îktîdarê ya ku digot “dewlet li herêma erdhejê ye” nîqaş tên kirin û manşetên ku medyaya hawîz avêtin jî nekarîn AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike.    Li Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhej çêbûn. Erdhejan bandoreke mezin li ser bajarên Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê jî kir û rê li ber rûxîneke mezin vekir. Li gorî bîlançoya dawî ya hatiye parvekirin heta niha 7 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest dan, 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne. Li gel ku bi ser erdhejê re sê roj derbas bûne jî hêjta peywendî bi gelek herêmên erdhejê re nehatine danîn. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan 25 saet piştî daxuyaniya ewil derket pêşberî kamerayn û diyar kir ku li 10 bajaran ji bo 3 mehan Rewşa Awerte (OHAL) hatiye ragihandin. Çapemeniya nêzî AKP’ê piştî erdhejê bi manşetên xwe hewl da AKP’ê ji bin kavilên erdhejê rizgar bike.    ROJNAMEYA KARARÊ: HEKE REWŞ EV BE DÊ HALÊ ME ÇAWA BE    Rojnameya Kararê di nûçeya bi manşeta “Êş û Bêçaretî” de diyar kir ku ji ber kêmaniya di koordînasyona alîkariyan û hejmara kêm a tîman, alîkarî nagihijin mexdûrên erdhejê. Her wiha têkildarî rûxîna li Mereşê jî wiha got: “Hema hema yek avahî li ser pêyan nema ye. Di sala 2022’yan de ji bo Projeya Kêmkirina Rîska Karesatan de weke bajarê pîlot hatibû hilbijartin. Heke li bajarê pîlot rewş ev be, dê halê me çawa be.”   Tîmên AFAD’ê ji ewil li pêşberî kamerayan xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dan destpêkirin û piştre jî ji qadê çûn. Lewma jî asta hilweşînê û bêçaretî saet bi saetê zêdetir bû. Rojnameya Hurriyetê ev rewş bi manşeta “Bêçaretiya mezin” anî ziman. Qunciknivîsên rojnameyê jî balkêş bûn. Ji nivîskarên rojnameyê Hande Firat jî di nivîsa xwe ya bi ser navê “Ne mal lê gor çêkirine” de got ku venihêrtinek li ser muteahhîtên serdema AKP’ê de nehat kirin lewma jî encamekî wiha rû daye.    DEWLET BI TEVAHIYA HÊZA XWE LI QADÊ YE!    Li gel ku bi hezaran kes li bajarên cuda di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne jî, Rojnameya Sabahê manşeta “Dewlet bi tevahiya hêza xwe li qadê ye” avêt. Rojnameya Yenî Şafakê jî di sermanşeta xwe de sernavê “Li 10 bajaran OHAL” tercîh kir. Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Erdogan ji bo “xebatên lêgerîn-rizgarkirinê leztir bên kirin” OHAL îlan kiriye. Rojnameya Akşam û Akîtê jî di sermanşetên xwe de cih dan heman gotinan. Rojnameya Mîlliyetê ji bo leşkerên ku piştî 15 saetan li herêmê hatine sewqkirin pesnê îktîdarê da. Rojnameya Aydinlikê gotinên Erdogan ên ku piştî OHAL hatiye ragihandin biryara çûna herêmê dayî di sermanşeta xwe de wiha vegot: “Em ê di heqê vê hilweşînê de bên.”    SERKEFTINA TÎMAN: HEJMARA KESÊN DIMIRIN ZÊDE DIBE   Tevî ku bi ser erdhejê re sê roj derbas bûn jî, di serî de Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê ye, tîmên AFAD’ê hêjta negihiştine gelek deveran. Xelkê herêmê dibêje ku tu kesê kavilan rakin tune ne û bîlanço jî saet bi saetê girantir dibe. Rojnameya Sozcuyê ev rewş jinedîtî ve hat û manşeta “Serkeftina tîmên rizgarkirinê ya li herêmên erdhejê” avêt.    OHAL A DEWLETÊ YA LI DIJÎ SEFERBERIYÊ!    Rojnameya Cumhuriyetê manşeta “Li Herêma Erdhejê Feryadên ‘Deng heye lê dewlet tune ye’ Bilind Dibin: Di Bin Kavilan de Rêza Mirinê” avêt. Her wiha di sermanşeta rojnameyê de jî sernavê “Leşker dereng şandin qadê” tercîh kir.    Rojnameya Evrenselê bal kişand daxuyaniya Erdogan a piştî 25 saetan. Di manşeta rojnameyê de hat gotin ku hikûmetê tevî 48 saetan jî nekarî çavkaniyên welêt ji bo erdhejê têxe meriyetê, li şûnav ê ragihandina OHAL’ê ku rayeya tepisandina bertekan dide tercîh kiriye ev manşet avêt: “Li Dijî Seferberiya Gel OHAL a Dewletê” Her wiha Rojnameya BirGunê jî manşeta “Dewlet li ku ye?” avêt.    ‘DEMA DEWLET KURDAN BOMBEBARAN DIKE BIHÊZ E’    Rojnameya Yenî Yaşamê jî bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî kurdan û ev manşet avêt: “Îktîdara AKP-MHP’ê ku dema kurd tên bombebarankirin bi gotina ‘dewlet bihêz e’ pesnê xwe didin, gel di bin kavilên avahiyan de bi tena serê xwe hişt: Ya ku bi ser gel de rûxiyayî rejîma AKP-MHP’ê ye”     Rojnameya Yenîçagê jî bi manşeta “Îktîdar di bin kavilan de ma” derket. Di nûçeyê de hat gotin ku xebat bi komên biçûk tên kirin, cenaze li baxçeyên nexweşxaneyan tên sekinandin û alîkarî hêjta negihiştine ber destê mexdûrên erdhejê.”