Sancar çû serdana birîndaran: Rewşeke gelek xeternak heye 2023-02-08 14:34:52   MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê birîndar ziyaret kirin û piştre jî ber bi Edeneyê ve ketin rê.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar serdanên xwe yên li herêmên erdhejê didomîne. Sancar û şandeya pê re ku parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Zuleyha Gulum, Huseyîn Kaçmaz û hevserokên partiyê yên Hatay, Edene û Mêrsînê jî di nav de ne, duh çûn serdana navçeyên Samandag û Antakya yên Hatayê.    Sancar û şandeya pê re îro jî ji ewil çûn Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê û birîndar ziyaret kirin. Sancar, di serdanê de anî ziman ku gelek zarokên birîndar hene ku malbatên wan hêj nehatine tespîtkirin. Koordînasyona me ya krîzê, li gel yekîneyên tenduristiyê bi tevan re elqedar dibin. Li herêmê organîzasyoneke pir cidî heye. Rewş gelek xeternak e û hevalên me yên di koordînasyonê de cih digirin niha dibin alîkar. Li gel ATO û saziyên din hewl didin pirsgirêka çareser bikin.”   Sansar piştre jî ber bi Edeneyê ve kete rê ku erdhej lê çêbûbû. Sancar, dê bi Şaredarê Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar re hevdîtinê bike û piştre jî li herêmê bigere.