Cenaze tên veşartin, lê haya dewletê jê tune ye 2023-02-08 14:55:32   HATAY - Nûçegihanê wêneyan Efekan Akyuz ku rewşa dawî ya li Hatayê ragihand got: "Mirov cenazeyên xwe vedişêrin, lê haya dewletê ji vê tune ye."    Erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6'an ên li Mereşê çêbûn, li bajarên Kurdistanê bûn sedema karesateke gelekî mezin. Di encama erdhejê de ku li Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê bû cihê rûxandineke mezin, heya niha 7 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest daye û 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne. Çendî 3 roj derbas bûne jî, hê jî gelek alîkarî negihîştine gelek deverên erdhejê.    Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku Rewşa Awarte ragihandibû, çû devera erdhejê. Pêkanînên Rewşa Awarte ji bo Erdoganê ku çû herêma erdhejê hatin pêkanîn.    ERDHEJOK DIDOMIN   Nûçegihanê wêneyan Efekan Akyuz ku ji 6'ê Sibatê ve li Hatayê ye, rewşa dawî ya li herêmê ragihand. Akyuz diyar kir ku erdhejok hê didomin û got: "Alîkarî têm, lê pir hindik. Kêm e. Rê û binî piran di bin avê de mane. Gihanî nemaye. Li herêmê sotemenî nemaye. Tenê li bajarên derdorê hinek sotemenî maye û mirov nikarin sotemeniyê bikirin."   CENAZE TÊN VEŞARTIN   Akyuz da zanîn ku li herêmê gel bi xwe cenazeyan derdixe. Akyuz diyar kir ku duh êvarî kesekî bi destan kavil kolandine û bavê xwe ji bin kavilan derxistiye û got: "Kesên di bin kavilan de hêdî hêdî dimirin. Li vir pergala tenduristiyê nebaş e. Nexweşên li nexweşxaneyan, sewqî bajarênd erdorê hatin kirin. Hundirê nexweşxaneyan vala ye. Ji ber ku wesayîtên cenazeyan kêm in, cenaze li erdê ne. Mirov cenazeyên xwe vedişêrin, lê haya dewletê ji vê tune ye."    KESEKÎ HEWL DA XWE BIKUJE   Akyuz da zanîn ku malbata penaberekî ji Sûriyeyê di bin kavilan de ye û ew jî derketiye ser avahiyeke bilind û hewl daye xwe bikuje. AKyuz got ku piştî vê leşkeran ber bi hewayê ve çek teqandine.    KAVIL HILDIWEŞIN   Akyuz ragihand ku li hin cihan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê qediyane û dest bi xebatên rûxandina kavilan hatiye kirin û got: "Ji ber ku tîm kêm in, xzeber nayê girtin. Lewma kavil tên xerakirin. Gel cenazeyên xwe bi wesayîtên xwe dibin."    ‘ERDOGAN DÊ NIAKRIBE DERKEVE PÊŞBERÎ GEL'   Akyuz destnîşan kir ku ji ber serdana Erdogan li bajêr rojnamevan tyên astengkirin û got: "AFAD, çapemeniyê asteng dike û dixwaze gel berê xwe bide me. Ne alîkarî heye ne jî destek. Erdogan li vir dê nikaribe derkeve pêşberî gel."