800 xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin herêmên erdhejê serî li ÎTO’yê dan 2023-02-08 14:56:07 STENBOL - Seroka ÎTO’yê Nergîs Erdogan agahiyên ji herêmên erdhejê tên weke “pir xeternak e” nirxand û wiha got: “Piştî ku me maseya krîzê li Stenbolê ava kir, di nava 2 rojan de 800 xebatkarên tenduristiyê ji bo bi dilxwazî biçin herêmên erdhejê serlêdan kirin.”    Li Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6’an erdhej çêbû. Ji ber erdhejê li 11 bajaran hilweşîneke mezin pêk hat. Ji bo mexdûrên erdhejê yên li bajarên navborî alîkarî tên şandin. Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) ji bo ku xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz, derman û lojîstîkê bişîne herêmên erdhejê, maseya krîzê ava kir. Seroka ÎTO’yê Nergîs Erdogan, da zanîn ku di nava 2 rojan de bi sedan xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin herêmên erdhejê serî li wan da ye.    800 XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ YÊN DILXWAZ SERLÊDAN KIRIN    Erdogan, da zanîn ku mezintirî hilweşîna di dîroka Tirkiyeyê de pêk hatiye û wiha got: “Pirsgirêkên di pergala tenduristiyê de derdikevin holê, vê karesatê hêj girantir dike. Ji bo çûyîna herêmên erdhejê û pêşwazîkirina pêdiviyên derman û lojîstîkê, me maseya krîzê ava kir. Di vê çarçoveyê de me bangawazî kirin. Piştî bangawaziya me, di nava 2 rojan de 800 xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz serî li maseya krîzê dan. Em amade ne ku tişta ji destê me tê bikin. Alîkariyên hatine komkirin jî em bi rêya şaredariyan an jî bi derfetên xwe hewl didin bigihînin herêmên erdhejê. Gelek xebatkarên tenduristiyê yên çûn herêmê jî bi derfetên xwe çûn. Gelek herêmên erdhejê hene ku hêjta tîmên lêgerîn-rizgarkirinê neçûne wan deran. Alavên pêwîst di destê xebatkarên tenduristiyê de nînin lewma nikarin peywira xwe baş bi cih bînin.    Li vî welatî avahiya AFAD’ê hilweşiya. Nexweşxane hilweşiyan. Hilweşîna avahiya AFAD’ê tiştekî ji rêzê nîne. Heke nexweşxane jî hilweşin, êdî hûn bifikirin bê ka rewş çawa ye. Li gelek deveran ceyran nîne lewma derfetên kirina emeliyatan nînin. Di temînkirina serûman de pirsgirêk hene. Cihekî ku mirov nexweşan lê dirêj bike nîne. Li ser kursiyê masaja dil tê kirin. Her wiha gelek cenaze ketine ser hev. Divê Pisporên Tipa Edlî biçin herêmê. Birîndar, nexweş û travma herî zêde jî dê sê roj piştî erdhejê derkevin holê. Wê demê dê hewcehiyeke pir mezin bi tîmên tenduristiyê bibe. Weke bijîşkan daxwaza me ew e ku tavilê nexweşxaneyên sehra bên avakirin. Ji bo vê jî em ê tîmên xizmetên tenduristiyê yên din ava bikin. Her wiha em ê hewl bidin piştgiriya lojîstîkê bidin. Em ê hefteyek piştre biçin herêmê, lêkolînan bikin û xebatên xwe jî di vê çarçoveyê de bidomînin.”    MA / Esra Solîn Dal