‘Bila Ocalan û her sê girtî ji ber erdhejê bi malbatên xwe re hevdîtin bikin’ 2023-02-08 15:32:40   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber erdhejê ji bo miwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê da.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in tê tecrîdkirin û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin, serlêdanek nû kirin. Parêzeran ji ber erdhejên navenda wê Mereş e û li 10 bajaran çêbûye ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din agahî ji malbatên xwe bigirin duh û îro (7-8’ê sibatê) de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê dan.     HÊCETA SERLÊDANÊ    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê destnîşan kir ku ji ber erdheja çêbûye û miwekîlên wan xeber ji malbatên xwe nagirtin serlêdan kirine û got: “Ji ber erdhejê mexdûriyet çêbûye. Malbatên miwekîlên me li herêmên erdhejê dijîn. Me wek Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê da. Bi tu awayî agahî ji miwekîlên me nayê girtin. Hem ji bo agahî ji miwekîlên me nayê girtin û miwekîlên me jî bi tu awayî agahî ji malbatên xwe nagirin ev serlêdan ji bo daxwaza hevdîtinê hatiye kirin.”