Bozdag li ber Navenda Kar a Galerîayê bû: Hêdîbûn rêbazeke teknîkî ye! 2023-02-08 16:22:56   AMED - Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê tenê ji bo 10 deqîqeyan hat ber Navenda Kar a Diyar Galeriayê, ji mexdûrên erdhejê yên bertek nîşandan re wiha bersiv da: “Xebata hêdî bi temamî teknîka ku welatiyên me ji bin xirbeyan derbixîne.”   Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û AKP’iyên pê re li ber Navenda Kar a Diyar Galeriayê ya 12 qatî ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê hilweşiya daxuyanî da. Bozdag ê 10 deqîqeyan li qada lêgerîn û rizgarkirinê sekini, li pişt bariyerên polîsan mexdûrên erdhejê guhdar kirin.    ‘EV ŞOVMEN IN’   Xizmekî mexdûrên erdhejê ku dît Bozdag ket qada kavilan wiha got: “Ev şovmen in wê du deqîqeyan axaftinekê bikin û bêjin ‘Teqdîra Xwedê’ ye û biçin. Ne edalet ne jî dadgeh hene li vî welatî. Ji ber van bûyeran divê doz bê vekirin. Lê li cem van tiştekî wisa nîne. Li cem van her tişt bi pere ye.”   ‘ME GIRTEK KIR, LÊ ESAS NEGIRTIN’   Yek ji xizmên mexdûrên erdhejê ku got navê wî Bunyamîn e û hewl da dengê xwe ji Bozdag re ragihîne wiha got: “5 canên me li vir in. Me du sal beriya niha girtek girt lê esas negirtin. Ji bo ku marketê mezin bikin kolon birîn. Ji ber vê yekê avahî hilweşiyan. Wan ji bo qezenc bikin market mezin kirin.” Yekin ê mexdûrên erdhejê jî diyar kir ku ji malbata wî 8 kes di bin kavilê avahiyê de ye û hêj nehatine dîtin.”   ‘LI HOLÊ YE KU EM BI HEMÛ DERFETAN MUDAXILE DIKIN’   Bozdag û AKP’iyên pê re pişt re daxuyaniyeke kurt dan û wiha gotin: “Weke hûn dizanin ji bo welatiyên ku di bin enkazê de bên derxistin xebateke zêde hewce dike. Xebata hêdî bi temamî teknîka ku welatiyên me ji bin xirbeyan derbixîne.”   ÎDIAYA KU PÊLEKANÊN AGIR KILÎLKIRÎ BÛN   Mirovên ku li dora kavilan sekinî ye, gelek îdiayên ku nehatine rastkirin dikin. Hin kesan îdia kir ku hin kesan hewl dan di pêlekanên agir de birevin lê ji ber pêlekan girtî bûn nekarin birevin û li hundir man û xwestin derbarê van kesan de agahî bên dayîn.    Malbatên mexdûrên erdhejê diyar kirin ku AFAD jî di nav de kesên têkildar bersivê nadin wan û anîn ziman ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî tên rawestandin.