Sancar: Pergala rant û nelirêtiyê bi ser mirovên me de hilweşiyaye 2023-02-08 17:07:47   EDENE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re, li Edeneyê serdana deverên ku bandor ji erdhejê girtine kirin. Sancar got: "Ev kavilên ku hûn dibînin, rûxandina pergalekê ye."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, serdana bajarên ku bandor ji erdhejên Bazarcixa Mereşê û Dîlokê girtine dike. Sancar û şandeya pê re piştî Mêrsînê derbasî Edeneyê bû. Sancar ku serdana mexdûrên erdhejê kir, çû cem kavilên li Taxa Yûrtê ya navçeya Çûkûrovayê û der barê xebatan de agahî ji Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar û Levent Gokê CHP'î girt. Karalar got ku şaredariya wan li nava kavilan dixebite û ji sibê pê ve dê hin tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bişînin Hatayê.    'PERGALA DESTHILATAN E'   Sancar, li ber kavilan daxuyanî da. Sancar anî ziman ku duh li Antakya û Samandagiyê serdana mexdûrên erdhejê kirine û guh li wan kirine û got: "Dîmena ku em çav pê ketin kezeba me şewitand. Winda gelek in. Êşa me mezin e. Em îro li Edeneyê ne. Li vir jî mirî hene. Rûxandin heye, lê a li vir û ya li Mereş, Semsûr û Meletiyê nayên berawirdkirin. Winda zêde ne. Rûxandinek mezin çêbûye. Derbasî be ji bo hemû gelê me. Em sersaxiya gelê xwe dikin û sebrê ji xizmên windayan re dixwazin. Tu erdhej bi tena serê xwe nabe sedema ev qas windahiyan û rûxandineke ev qas mezin. Ên ku erdhejên xwezayî vediguherînin karesat û trajediyeke mirovahiyê desthilat û pergalên siyasî bi xwe ne."    Sancar destnîşan kir ku du sedemên van windahiyan û vê rûxandina mezin hene û axaftina xwe wiha domand: "Sedema ku ev qas avahî hilweşiyane, beriya her tiştî encama polîtîkayên îmar û bajêr in. Her wiha di vê de tiliya neliêrtî û nekontrolkirinê jî heye. Berprisê vê jî desthilata siyasî ye. Tevdîrên ku heya niha nehatine girtin û amadekariyên nehatine kirin, sedema sereke ya vê karesaetê ne. Her wiha piştî erdhejê bi derengxistina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî bûne sedem zêdebûna windayan. Rê li ber mirina gelek mirovên diakribûn bên rizgarkirin vekiriye.   TU PÊDIVÎ NAYÊN PEYDEKIRIN   Duh gava em çûn Antakyayê, me bi hezaran avahiyên hilweşandî dîtin. Li gorî agahiyên ku şaredar bi me re parve kirin, li wir nêzî 2 hezar û 600 avahî hilweşiyane. Tenê ji sedî 2'yê van avahiyan xebat hatine destpêkirin. Me duh li wir tu xebateke lêgerînê ya cidî nedît. Ger demildest mudaxile bihata kirin, belkî bi hezaran canê me niha di nav me de bûna. Dê sax bûna. Mirovên me yên ku xaniyên wan hilweşiyane an jî xesar dîtine, li kuçeyan e. Kon tune ne, xurek tyune ye. Yanî tu tiştekî lezgîn tune ye. Mirov li derve tî û birçî ne. Ev qas êş heye, ev jî bi serde. Bi rastî jî ger destûra piştevaniya sivîl bihata dayîn, dê winda ne ewqas zêde bûna. Lê desthilat piştevaniya sivîl jî asteng dike. Ger em erdheja 1999'an a Marmarayê bînin bîra xwe, li wir seferberiyeke mezin hebû û gelek mirovên me bi vî awayî hatibûn rizgarkirin. Lê niha desthilat piştevaniyê asteng dike. Mirov li bend alazmatiyên lezgîn in, lê desthilat wan asteng dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev berpirsiyarî û ev êşa mezin li ber çava ye, bi ser de Rewşa Awarte tê îlankirin. "   Sancar destnîşan kir ku ew ê li Meclîsê biryara Rewşa Awarte red bikin û qebûl nekin.   Sancar wiha domand: "Ev kavilên ku hûn dibînin, me duh ew li Antakya û Samandagiyê jî dît. Ev kavil, rûxandina pergalekê ne. Pergala rant, nelirêtî û nekontyrolkirinê bi ser welatiyên me de hilweşiyaye. Divê em vê pergalê biguherînin. Em ê bi piştevaniyê û yekhêzê ji heq vê derkevin. Ên rûxiyane tenê ne xaniyên me ne, pergala rizandî bi xwe ye ku bi ser mirovên me de hilweşiyaye. Ji bo careke din karesat çênebin, divê em vê yekê biguherînin. Ev berpirsiyariya me ye. Ji bo careke din karesatên bi vî rengî çênebin, divê em vê pergal û desthilata rantxur biguherînin."    Sancar herî dawî serdana malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane kir û sersaxiyê xwest. Sancar piştî serdanan, ji bajêr çû.