Li Mereşê 4 xizmên wî di bin kavilan de ne: Welatê min li her derê ye lê li vir xuya nake 2023-02-08 17:09:01   MEREŞ - Mexdûrê erdhejê Yusuf Çelîk ê kus ê cenaze ji binê kavilan derxist bertek nîşanî îktidarê da û got: “Welatê min li her devera cîhanê ye lê belê ne li vir e.”    Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, xebata lêgerîn û rizgarkirinê welatiyan a ji binê kavilan berdewam dike. Welatî êvarê heta serê sibehê li gel hewa sar jî li derve ne. Di bin avahiyên kavil de hê jî bi sedan kes hene. Tîmên rizgarkirinê sewqî bajêr hatine kirin lê tenê li çend avahiyan xebat didomin. Li hin avahiyên bûne kavil jî tu xebat nehatiye destpêkirin.    TAX VEGUHERÎNE KAVILAN    Me îro li taxên Îstasyon û Menderes dîmenên nû girtin. Li taxan avahiyên mustakîl hene û hema bêje avahiyek ku xesar nedîtibe nîne. Avahiyên sazî û dezgehên dewletê jî hemûyan ji erdhejê xesar dîtiye.    DAYIK Û DU ZAROKÊN XWE MIRIN E   Avahiya Şefîtiya Îstasyona Bazarcixê ya Rêyên Hesin ên Dewletê (DDY) û lojmanên li kêleka vê avahiyê bi temamî hilweşiyan e. Me xwe gihand kavilê avahiyê û malbata Akbaş ku li vir li cenazeyên xwe digeriyan pêşwazî li me kirin.    Malbatê bertek nîşan da ku çima qêrîn û hawara nayê bihîstin. Sevîm Akbaş diyar kir ku roja ewil a erdhejê bi derfetên xwe zavayê xwe û xebatkarekî derxistine lê belê xwişka xwe Selma Akbaş û xwarziyên xwe Rabîa Ecrîn Kevser Akbaş jiyana xwe ji dest dane. Akbaş diyar kir ku tu kesî destek nedaye wan û birîndaran di nava betaniyeyan de rakirine nexweşxaneyê.    Akbaş di vê navberê de notên derse yê xwarziya xwe Rabîa derxist nîşanî me da û lorand û giriya.    MEXDÛR: DEWLET TUNE YE    Ji mexdûrên erdhejê Yûsûf Çelîk jî anî ziman ku ji gundê Haydarli hatiye navenda bajêr û wiha got: “Lig undan rewş xerab e. Gelek kes di bin kavilan de ye. Kes xwe nagihîne gundan. Em li vir 8 kes dijîn. Alîkariya ku tê jî nagihîje me. Li gundan gelek mirî hene. Li gundê Şahîntepe 18-20 kes mirin e. Telefon nakişînin û em agahî ji wir nagirtin. Me dewletê li vir nedît.    BERTEK NÎŞANÎ WÎ KESÎ DA    Di vê kêliyê de kesek axaftina Yusuf Çelîk qut kir û got li gelek bajaran erdhej çêbûye û dewletê bi balafiran mudaxileyî rewşê kiriye. Çelîk nerazîbûn nîşanî wî kesî dan û wiha got: “Alîkarî ji Ewropayê hatiye. Lê alîkariyê bernadin. Gelo ev dewlet li ku ye? Min 8 cenaze birin Dîlokê.”    Vî kesî got dewletê fon li Bazarcixê belav kiriye, ev gotin Çelîk aciz kir û got: “Ka fon li ku ne? Min bibe cihê ku fon lê tên belavkirin.” Çelîk anî ziman ku hê jî tu kes li hawara wan neçûye û got: “Organîze zeîf e. Duh welatiyekî van betaniyeyan ji bo me anî. Em ketine rewşa penaberan. Em di kon de dimînin. Dema alîkarî tê belavkirin, cihêkarî tê kirin.”    LORAND    Em ji taxa Îstasyonê derbasî taxa Menderesê dibin. Rewşa vê taxê jî ji rewşa taxên din necudatir e. Ayşe Yolcu li ber mala xwe bi tevî law û neviyên xwe ve sekinîbû û got: “Keça min Leyla Kenger û hevjînê xwe û zarokên xwe 3 roj in li Mereşê di bin kavilan de ne. Ax zarokên min.”    WELATÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA    Welatiyê bi navê Îsmaîl Yolcû jî da zanîn ku ew Lîbyayê dixebitî û piştî erdhejê 5 hezar kilometre rê hatiye û wiha got: “Komara Tirkiyeyê ku leşkerên xwe dişîne gelek dewletan, lê leşkeran neşand ku bên însanan ji bin kavilan derxin. Xwişka min, zavayê min û du zarokên xwe di bin kavilan de mane. Li Sîteya Ebrara a Bloka C ku li taxa Şih e diman. Tu xebat li vir nayê kirin. AFAD heye lê naxebite. 20 sal in nîvê vî welatî te li pişta xwe meşand lê tu tiştekî ji bo welatiyan nakî. Ez 5 hezar kilometre ji welatek dûr hatim lê hê jî tîmên rizgarkirinê nehatine. Welatê min ê ku leşkeran ji bo gelek welatan dişîne, lê ji bo alîkariya Bazarcixê tiştek nake. Em nikarin bikevin herêma erdhejê. Welatê min li her devera cîhanê ye lê belê ya xerab û kirêt ew e ku ne li herêma erdhejê.”   Welatiyên van taxan ku mexdûr bûne li dijî rayedar û îktidarê bi gilî û gazin in û destnîşan dikin ku heta niha tu alîkarî negihîştiye wan.    MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay