Xizmê mexdûrên erdhejê: Tîm bi têrî nakin, çapemeniya îktîdarê derewan dike 2023-02-08 17:19:57   AMED- Niha 6 endamên malbata Gunduz di bin kavilê avahiya Navenda Kargehan a Galeria’yê de ne. Xizmê malbatê Enes Gunduz diyar kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê pir kêm in û wiha got: “Vînç bi pirsgirêk in. Xwe nêzî kîjan parçeya beton bikin di destê wan de dimîne û ben dipiçe. Çapemeniya îktîdarê nûçeyên derew çêdike.”    Hejmara kesên di erdheja navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn zêde dibe. Li 10 bajaran niha bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Yek ji bajarên ku erdhejê bandoreke giran lê kirî jî Amed e. Bi ser erdhejê re 3 roj derbas bûn û gelê bajar dibêje ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir kêm tên kirin û li hemberî îktîdar û rêveberiya qeyûm bi bertek in.    Avahiya Navenda Kargehan a Galerîa ya 12 qat a li ser Cadeya Xarpêt a navçeya Bajarê Nû di erdhejê de hilweşiya. Ji malbata Gunduz 6 kes di bin kavilên avahî de man. Ji xizmên malbata Gunduz, Enes Gunduz ev 3 roj in li benda agahiyeke baş e. Di erdheja li Semsûrê de jî keçxala Gunduz a bi navê Semanûr Ozsoy di bin kavilan de ma ye û tu agahî jê nayên girtin. Gunduz, got ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmê pir kêm hene û bertek nîşanî çapemeniya nêzî îktîdarê da.    TEVÎ KU DENG KIRIYE JÎ HÊJ NEHATIYE RIZGARKIRIN   Gunduz, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Li navenda Semsûrê avahiyeke 9 qat hilweşiya û keçxala min Semanûr Ozsoy jî di bin kavilan de ye. 7-8 saet piştî erdhejê peyam şandiye. Di peyamê de dibêje ‘tu xebat nayên kirin’ û li benda rizgarkirinê ye. Di xebatên rizgarkirinê de tu pêşketin nînin. Ev sê roj in em li vê derê ne. 6 kes di bin kavilan de ne û tu pêşketin nînin. Hejmara tîmên rizgarkirinê kêm in û nahêlin em alîkariyê bidin. Çapemeniya alîgir nûçeyên xelet diweşîne. Em ji vê pir aciz in. Zêdetirî 100 kes di bin kavilan de ne lê nahêlin gel alîkariyê bide. Hejmara tîman pir kêm e û tu hêviya min nema ye. Xizmên me di qata 4’an de ne. Mekiye, Bîrcan, Dîhap, Nîsa, Remziye û zarok hene. Tevek jî di bin kavilan de ne û em tu agahiyan jê nagirin. Divê hejmara tîmên rizgarkirinê bên zêdekirin û lez bidin xebatên xwe. Nexwe bila destûrê bidin ku gel alîkar bibe. Heke ji roja ewil ve destûr bidana gel, belkî pir zû bihatina rizgarkirin. Vînçên wan pirsgirêk in ji ber ku nêzî kîjan parçeyê betonê bibin di destê wan de dimîne. Benên wan dipiçin.”