Bertek nîşanî astengkirina rojnamevanên li herêma erdhejê dan 2023-02-08 17:20:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên pîşeyî ku bertek nîşanî astengkirina rojnamevanên li herêmên erdhejê dan gotin: "Mafê nûçewergirtinê nayê astengkirin."    Bi hinceta Rewşa Awarte, li herêmên erdhejê xebata rojnamevanan ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî vê astengkirinê dan.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyanî da. DFG'ê di daxuyaniya xwe de got: "Piştî erdheja li Dîlok û Mereşê Rewşa Awarte hat îlankirin. Îcraeta ewil a Rewşa Awarte, jî astengkirina rojnamevanan e. Polîsan li Amedê bi hinceta 'Karta tûrkûaz tune ye' rojnamevanên li ber kavilan asteng kirin. Di demeke wisa zehmet de astengkirina rojnamevanan nayê qebûlkirin."    Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) jî di daxuyaniya xwe de bertek nîşan da. MLSA'yê destnîşan kir ku mixabin di şert û mercên wisa de jî mafê nûçewergirtinê tê astengkirin û got: "Rojnamevan karê xwe dikin. Astengkirin sûcekî giran e!"    Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) jî got: "Mafê nûçewergirtinê yê gel nayê astengkirin!"