Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin 2023-02-08 17:34:27   EDENE - Girtiyên di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê, diyar kirin ku piştî erdhejê derz li dîwarên girtîgehê ketine.    Girtiyên di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Girtiyan ragihand ku piştî erdhejê derz li dîwarên girtîgehê ketine û gotin ku rêveberiya girtîgehê heya niha ji bo vê tiştek nekiriye.