Wezîrê Veguhestinê piştî bertekên gel ji herêmê reviya 2023-02-08 17:45:30   SEMSÛR - Welatiyên Semsûrê ên xizmên wan di bin kavilan de, li benda rizgarkirina xizmên xwe ne. Welatiyan bertek nîşanî Wezîrê Veguhestinê Adil Karaîsmaîloglû û Walî Mahmût Çuhadar dan û Karaîsmaîloglû neçar ma ku herêmê biterikîne.    Yek bajarên herî zêde ji erdheja Bazarcix a Mereşê bibandor bûyî jî Semsûr e. Ev du roj in tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkarî negihiştine bajar. Wezîrê Veguhestinê Adil Karaîsmaîloglû û Walî Mahmût Çuhadar ku çûn serdana welatiyan, rastî bertekên tund hatin. Wezîr Karaîsmaîloglû û walî Çuhadar piştî bertekên gel, di bin parastina polîsan de ji herêmê reviyan. Welatiyan wesayîtên Karaîsmaîloglû û Çuhadar dan ber pêhnan.    Duh tu alîkarî bi welatiyan re nehat kirin û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin kirin. Li ser vê yekê welatî ber bi Walîtiyê Semsûrê ve meş li dar xistin. Walî Çuhadar jî pişta xwe da gel û keniya bû.