Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 9 hezar û 57 kes 2023-02-08 20:30:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 9 hezar û 57 kesan. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Hatayê daxuyanî da. Erdogan îdia kir ku hemû derfetên dewletê bi kar tînin. Bi domdarî Erdogan got ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn bûye 9 hezar û 57 kes. Her wiha diyar kir ku 52 hezar û 979 kes birîndar bûne û 6 hezar û 444 avahî jî hilweşiyan e. Bi domdarî Erdogan destnîşan kir ku dê nexweşxaneya zanîngehê ya Hatayê ji îşev û şûnde dê bikeve meriyetê. Erdogan, kesên ji ber xebat û alîkariyên kêm gazinan dikin hedef girt û ev çêr kirin: “Hinek bênamûs kampanyayan dikin û derewên weke li Hatayê leşker, cendirme û polîs nedîtibin dikin.”