Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin 2023-06-08 20:55:40   AMED - M.K.'yê 16 salî, li edliye, nexweşxane û midûriyeta polîsan rastî îşkenceya polîsan hat. Baroya Amedê giliyê polîsan kir.    Li navçeya Farqîn a Amedê, di 6'ê Hezîranê de M.K.'yê 16 salî gava ji bo danişîna dozeke der barê xwe de çû edliyeyê, li vir polîsan lêxist. Li vir destê zarok ji paş de hatin kelemçekirin û hat binçavkirin.    Baroya Amedê ji ber îşkenceya li zarok hat kirin, giliyê polîsan kir.    Baroya Amedê di giliya xwe de got: "Li edliyeyê gava polîsan zarok binçav kiriye, çendî zarok li ber wan ranebûye jî polîsekî şelmaqek li zarok xistiye." Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku paşê polîsan destê zarok ji paş de kelemçe kiriye û wiha hat gotin: "Zarok birine midûriyeta polîsan. Paşê di 7'ê Hezîranê de bi awayekî destê wî ji paş de kelemçekirî ew anîne edliyeyê û ew birine cem dozger. Dozgeriya Komarê ya Farqînê bi daxwaza girtinê zarok sewqî dadgeriyê kiriye û Dadgeriya Ceza ya Farqînê jî zarok girtiye."    Di berdewama daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku paşê polîsan bi awayekî ji paşde kelemçekirî zarok ji edliyeyê derxistine û li wesayîtê siwar kirine û ev tişt hatine gotin: "Têkildarî bûyerê dîmenên kamerayê li ber destê me ne û wan bi daxwaznameyê re berpêş dikin. Tevî îtiraza welatiyên li derdorê û parêzeran jî zarok bi awayekî destên wî ji paş de kelemçekirî li wesayîta polîsan hatiye siwarkirin."    Di daxwazanameyê de hatiye diyarkirin ku heman zarok di Sibata 2023'yan de jî di dema binçavkirinê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê rastî îşkenceya polîsan hatiye.    Di dawiya daxwaznameyê de hatiye xwestin ku polîs bên cezakirin.